Li bajarokê Sirînê çalakiya ‘Fezet Eşaîr’ li dar ket

Çalakiya Fezet Eşaîr a eşîran bi armanca piştgiriya QSD`ê û redkirina gefên dewleta Tirk daye destpêkirin, bi beşdariya bi sedan rûspî û şêxên eşîrên herêma Firatê dewam dike. Bi bajarokê Sirîn ê Kobanê jî heman çalakî hate lidarxistin.

Li bajarokê Sirînê çalakiya ‘Fezet Eşaîr’ li dar ket
Li bajarokê Sirînê çalakiya ‘Fezet Eşaîr’ li dar ket
Li bajarokê Sirînê çalakiya ‘Fezet Eşaîr’ li dar ket
23 hezîran, 2022   13:05
KOBANÊ

Li bajarokê Sirînê yê Kobanê çalakiya Konê ‘Fezet Eşaîr’ li dar ket. Ev çalakî di çarçoveya çalakiyên eşîran ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi armanca li dijî êrişên dewleta Tirk û gefên wê û piştgiriya QSD`ê, li dar dikeve.

Kon li navenda bajarok hate vegirtin û wêneyên cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Ferhad Şiblî lê hatin daliqandin.

Bi sedan rûspî û şêxên eşîrên herêma Firatê, rêveber, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li çalakiyê bûn.

Destpêka çalakiyê endamê Têkiliyên Giştî ya QSD`ê ya Herêma Firatê Ezîz Ehmed axivî û bixêrhatina hemû beşdaran kir, her wiha îşaret bi piştgiriya eşîran ji QSD`ê re kir û got: "Em ê rê nedin dagirker ku xaka Sûriyê qirêjî bikin."

Ezîz Ehmed anî ziman ku cihê kêfxweşiyê ye eşîr di rewşeke wiha zehmet de li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan didin.

Nûnerên eşîran jî banga parastina welat ji dagirkeran kir û diyar kir ku hemleyên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora DAIŞ`ê ji bo wan tecrube ye.

(eh)

ANHA