​​​​​​​Li Zanîngeha Urdunê xwendekareke hat qetilkirin

Li Urdunê di hundirê zanîngehê de xwendekareke bi guleyan ji aliyê kesên nenas ve hate qetilkirin.

​​​​​​​Li Zanîngeha Urdunê xwendekareke hat qetilkirin
23 hezîran, 2022   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî di ewlehiya giştî ya Urdunê de ji Sky News Arabia re ragihand ku hin kesên nenasn gule li xwendekarên jin ên li zanîngeha taybet a li bakurê Amanê reşandin.

Li gorî heman çavkanî, xwendekara bi navê Îman Arşîd bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Her wiha anî ziman ku der barê mijarê de lêpirsîn hate destpêkirin.

Beriya wê bi çend rojan jî mîna hema bûyerê li zanîngeheke Misirê çêbû, xwendekara bi navê Nîra Eşref ji aliyê xwendekarî ve bi amûreke tûj hate qetilkirin. Ev bûyer bû rojeva raya giştî ya Misir û Rojhilata Navîn.

Rêveberiya zanîngehê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê sûdar bigire û sewqî edaletê bike.