Li Kampa Holê jinek birîndar bû

Li Kampa Holê jineke ku di serê xwe de derbe xwar. Bi vê yekê hejmara jinên ku ji destpêka îsal ve birîndar bûn, gihaşt 14 û 24 jî hatin qetilkirn.

Li Kampa Holê jinek birîndar bû
23 hezîran, 2022   13:26
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji navçeya Holê ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn beriya çend kêliyan li beşê 6'an ê Kampa Holê jinek ji Helebê ku derbe di serê xwe de xwariye dîtin. Jina birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Bi vê yekê hejmara kesên ku ji destpêka îsal ve li kampê birîndar bûne gihişt 14'an, her wiha 24 jî hatin qetilkirin.

Kampa Holê kampeke herî xeter li cîhanê ye. Tê de bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ'ê hene ku bi Pêngava Rizgarkirina Baxozê re di sala 2019'an de xwe radestî QSD'ê kirin. Li gel malbatên çeteyên DAIŞ'ê bi hezaran penaberên Iraqê û koçberên ji deverên cûda yên Sûriyê hene.

ANHA