Şêniyên Tibespiyê sersaxî malbata şehîd Avzem Çiya xwest

Şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxî  ji malbata şehîd Bêrîvan Cuma (Avzem ‏Çiya) re xwest û teqez kir ku şerê wan ê li hember dagirkeriya Tirk  şerê gel ê ‏şoreşgerî ye.‏

23 hezîran, 2022   13:05
QAMIŞLO

Nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatlê Sûriyê, rûspiyên êlên herêmê û bi ‏sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Bêrîvan ‏Cuma (Avzem Çiya) bûn. Şehîd Avzem di berxwedana li hember ‏dagirkeriya Tirk li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû.‏

Şênî li pêşiya navenda Kongra Star kom bûn û piştre heta konê sersaxiyê meşiyan. ‏Wêneyên şehîd Bêrîvan, Ferhad Şiblî û rêber Abdullah Ocalan hildan.‏

Di merasîma sersaxiyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ‏Selme Xelîl tevlêvûna malbata şehîd Bêrîvan Cuma li meclisa Malbatên Şehîdan pîrz kir û got divê asta têkoşînê were bilindkirin û li ser rêç û armancên şehdan were meşandin.

Ji fermandarên YPG`ê Dijwar Cûdî axivî û teqez kir ku ew amade ne ji bo azadiya ‏gelê xwe û parastina destkeftiyên şoreşê yên ku bi saya fedekariyên şehîdan hatine ‏bidestxistin, li hember çi êrişên derve bisekinin.‏

Endama rêveber a Kongra Star a navçeya Tirbespiyê Xaliye Eyûb axivî û destnîşan ‏kir ku şerê gelê herêmê yê li hember dagirkeriya Tirk bûye şerê gel ê şoreşgerî û ‏soza şopandina rêya şehîdan da.‏

Li ser navê partiyên siyasî, serokê Desteya Nîştimanî ya Erebî Hikmet Hebîb axivî û got ‏Meclisa Malbatên Şehîdan rûmeta gelan e û bi saya fedakariyên şehîdan gelên herêmê ‏di nav aştî û ewlehiyê de ne.‏

Li ser navê malbata şehîd Bêrîvan, xwşika şehîd Dîlan Cuma axivî û soza ‏rakirina çeka xwişka xwe û berdewamkirina rêya azadiyê da. ‏

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê ‏hate kirin.‏

(dm)

ANHA