Krîza Iraqê ya siyasî... gelo dê li hember Çarçoveya Hemahengiyê ‘sêyeka astengdar’ ava bibe?

Piştî parlamenterên El-Sadir îstîfa kirin, li pêş Çarçoveya Hemaheniyê derfeteke baş a avakirina hikumetê çêbû. Lê îhtîmala hevalbendên El-Sadir (PDK û Hevbendiya Serweriyê) rola ‘sêyeka astengdar’ bilîzin heye. Gelo krîza siyasî ya Iraqê dê vegere destpêkê?

Krîza Iraqê ya siyasî... gelo dê li hember Çarçoveya Hemahengiyê ‘sêyeka astengdar’ ava bibe?
23 hezîran, 2022   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hilbijartinên beriya 8 mehan li Iraqê çêbûne, xebata siyasî di gelek aloziyan re derbas bû. Herî dawî jî îstîfakirina parlamenterên El-Sadir. Çavdêr dibînin ku ev yek ji bo Çavçoveya Hemaheniyê ku hikumetê ava bike, pir nêz bûye.

Ji dema ragihandina encamên dawîn ên fermî yên hilbijartinan li Iraqê de ji par ve, krîza siyasî ya li welat berdewam dike. Ji dema êrişa Amerîkayê ya 2003’yan ve ev yekemîn krîz e ku bi vî rengî dirêj dike.

Serokê parlamentoya Iraqê duşema borî de biryar da ku civîneke awarte ji parlamentoyê re pêncşemê li dar bikeve û tu xebatên li ser civînê nehatin eşkerekirin. Parlamenteran diyar kir ku di demekê de ku dê li şûna parlamenterên El-Sadir ên îstîfa kirine, hinên din bixin şûna wan, civîn hate lidarxistin.

Serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî 19’ê Hezîranê li ser bidawîkirina endamtiya parlamenterên El-Sadir piştî wan îstîfaya xwe pêşkêş kirin, erê kir.

Îstîfakirina parlamenterên El-Sadir rewşa siyasî ya li Iraqê girêktir kir ku ji hilbijartinên Cotmeha par ve di xitimîneke siyasî ya tûj de ye.

El-Sadir û hevalbendên wê gelek caran di wergirtina parên qanûnî de ku civîna parlamentoyê ku tê de sêyeka endamên parlamentoyê hene bi bin ket, da ku namzetên xwe ji bo serokatiya komarê pêşkêş bike û ew jî namzetekî ji avakirina hikumetê erkdar dike.

ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ DÊ HIKUMETEKÊ ZÊDETIRÎ SALEKÊ DOM NAKE, AVA BIKE

Êdî şansên Çarçoveya Hemahengiyê ya avakirina hikumetê, piştî îstîfakirina parlamenterên El-Sadir, pir nêz bûne. Lê aliyên siyasî yên iraqî da zanîn ku axaftina hêzên Çarçoveya Hemaheniyê der barê nêzbûna avakirina hikumetê de xeyal e.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê iraqî Elî El-Beyder li ser sînaryoyên muhtemel ên avakirina hikumetê wiha got: "Ez texmîn dikim ku hêzên Çarçoveya Hemahengiyê dê bi çi berdêlê dibe bila bibe hewl bidin hikumetê ava bike û dê heta astekê jî bi ser kevin. Lê temenê vê serkeftinê mezin e û dê kêmî salekê jî ev hikumete ji ber xwepêşandanan hilweşe."

Kesên ji hevalbendên El-Sadir ve nêz in, dan û standinên navbera PDK’ê û Hevbendiya Serwerûiyê de bi Çarçoveya Hemaheniyê re bi dûr xist. Lê hinan jî got di navbera van aliyan de diyalog hene, lê teqez kir ku tu pêşketin çênebûn.

El-Beyder di vê çarçoveyê de wiha domand: "Çarçovya Hemahengiyê dibe ku bi hevalbendên El-Sadir re tifaqan bike û ji wan bixwaze beşdarî avakirina hikumetê bibin. Ev yek jî wê hineke îstîqrara siyasî çêke."

El-Beyder da zanîn ku Çarçoveya Hemaheniyê dixwaze hikumetê bi çi berdêlî dibe bila bibe ava bike, heke jê were wê gelek tawîzan bide Hevbendiya Serweriyê û Hevalbendên El-Sadir.

‎"SÊYEKA ASTENGDAR" VÊ CARÊ LI DIJî ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ YE‎

Têgeha "Sêyeka astengdar" di qada siyasî ya Iraqê de careke din derdikeve holê, lê vê carê li ‎dijî Çarçoveya Hemahingiyê ya ku di warê siyasî de ji bo avakirina hikumetê û hilbijartina ‎serokkomar tev digere. Aliyên siyasî diyar dikin ku dibe Hevbendiya El-Sadir, PDK`ê û ‎Hevbendiya Serweriyê bibin sêyeka astengdar da ku hikumetekê li gorî Çarçoveya Hemahengiyê ‎ava bikin.‎

Her wiha Çarçoveya Hemahengiyê di rûniştinên berê yên Meclisa Parlamantoya Iraqê de, ‎sêyeka astengdar bi kar dianîn ji ber vê di hilbijartina serokkomarê Iraqê de bi bin ketIn.‎

Beyder da zanîn ku dibe hevalbendên El-Sadir bi sêyeka astengdar rabin, lê dîsa jî pêşbîn dike ku ‎ew ê ji ber zexta gel li ser avakirina hikumetê erê bikin û wiha dewam kir: "Sêyeka astengdar ‎yek ji berbijêrkên Hevbendiya El-Sadir, Hevbendiya Serweriyê û PDK`ê pêşniyar kirine, lê ev alî ‎naxwazin hîn zêdetir xetimîn çêbibe."‎

Hevbendiya Serweriyê û PDK`ê di hundirê parlamantoya Iraqê de xwedî 98 parlamanteran e, ‎her wiha parlamantoya Hêzên Medenî jî "Imtîdad" û "Nifşên nû" ku li hemberî aloziyê ‎helwestên xwe nîşan dan û destek da fikreya betalkirina parlamanto, ji 18 parlamanteran ‎pêk tê. 11 parlamanterên serbixwe yên helwesta serokê Şepêla El-Sadir Muqteda Sadir re ne ‎ku hikumeta gelemperî were avakirin, li ser zêde dibe.‎

‎"Çarçoveya Hemahengî" û kesên pê re ji hevalbendên Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û ‎Hevbendiya "Ezim" û "Tesmîm" û bloka "Babilyûn" a sûryanî û parlamanterên serbixwe ‎xwedî 130 parlamanteran e, ev jî isbat dike ku Çarçoveya Hemahengiyê nikare beyî ‎lihevkirina bi Hevbendiya Serweriyê û PDK`ê re hikumeta nû ava bike.‎

Dadgeha Fedral a Bilind têkildarî kota civîna hilbijartina serokkomar daxuyaniyek dabû û tê ‎de dabû zanîn ku divê koma endamên parlamanto ku 329 perlamertir in du ji sêyan be.‎

Li gorî madeya 70`ê ya destûrê, parlamento bi piraniya du ji sêyan yek ji namzetan ji bo ‎postê serokomariyê hildibijêre. Ev şert jî ji girîngtirîn faktorên lihevkirinê di navbera blokên ‎bi ser ketine de pêk tîne, da ku derdora 220 dengan ji koma hejmara endamên parlamanto ‎ku 329 parlamanter in kom bike.‎

‎'BERJEWENDIYÊN KESAYETÎ DI SER BERJEWENDIYÊN GIŞTÎ RE NE'‎

Kes û aliyên li iraqî nîqaşên li ser hilbijartina serokwezîrê nû û serokê nû wekî ku ne li gorî ‎nêrîna gelê Iraqê û xwesteka wan be, bi nav dikin, ji wê zêdetir nêrîna desthilata siyasî û ‎aborî bingeh girtiye.‎ Têkildarî mijarê El-Beyder got: "Xitimîna siyasî bi serê xwe îsbat dike ku pergala ‎siyasî ya li welêt ne xurt e û naxwaze berjewendiyên giştî ji yên kesayetî veqetînin."‎

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê iraqî Elî El-Beyder di dawiyê de ev tişt got: "Hin nîşaneyên ‎zelal û xurt hene ku sîstema desthilatê îsbat dike ku pergala siyasî girîngiyê nade rewşa gel ‎bi qasî daxwaza xwe ya lêgerîna li berjewendiyan."‎

(fr-eh)

ANHA