​​​​​​​Rojnameyên erebî: Siûdî li ser helwestên Erdogan metirsîdar in‎

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên îro de behsa têkiliyên Erebistana Siûd-Tirkî û rewşa ‎Lubnanê kir.‎

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Siûdî li ser helwestên Erdogan metirsîdar in‎
23 hezîran, 2022   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BERIYA SIÛDÎ NIYETÊN ERDOGAN TEST BIKE, TÊKILIYAN LI SER HESABÊ TIRKIYÊ ÇÊDIKE’

Li ser têkiliyên Erebistana Siûdî-Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên siyasî yên Tirkiyê eşkere kir ku mîrzayê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman di civîna bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de daxwaze xwe ya vegerandina têkiliyên dualî eşkere kir, da ku derfetê bide ku boykota di van salên borî de were rastkirin. Ev yek peyamek ji bo serokkomariyê Tirkiyê bû ku niyetên xwe li hember Erebistana Siûdî baş bike.

Siûdî bi tirs li helwestên serokkomarê Tirkiyê û guhartina helwestên wî yên nakok dinêrin, bi taybet armanca wî têkilîdanîna bi Erebistana Siûdî û Kendavê giştî re li ser pêşxistina aliyê aborî ye. Ev yek metirsiyan çêdike ku heke tiştê dixwaze nebû, wekî berê vegere û dibe rêbaza şantajkirinê bi kar bîne.

Çavdêr dibêjin ku dê serdana ji bo Erdogan tecrubekirinek be, heke ew ê rêbaza xwe li cîhanê biguhere yan na û bi wê re têkiliyên mayînde bi Erebistana Siûdî re çêbin. Lê çavdêran da zanîn ku tu guhartina di vê demê de di daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê de tune ne. Ew ji bo îqnakirina fînansor û turîstên siûdî ye, da ku misoger bike ku têkiliyên aborî û bazirganî mîna beriya krîza kuştina rojnameger Cemal Xaşiqcî vegerin.

Çavdêran destnîşan kir ku guhartina Erdogan dike, rewşên heyî ew neçar kir, ne guhartina di rêbaza wî ya kesayetî de ye. Ji aliyê hundir ve hîna tundiya li ser azadiya nêrînê û hevrikên wî yên siyasî heye. Her wiha di aliyê derve de jî hîna daxuyaniyên Erdogan der barê Yewnanistan û Fransayê de nehatine guhartin û li dijî endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê ye.

Çavdêran anî ziman ku ji ber mezinahiya zirarên bi Tirkiyê û aboriya wê bûye, her wiha zirarên bi milk, turîzm, rêzefîlmên Tirkiyê, Erdogan siyaseta xwe li hember dewletên Kendavê, bi taybet Erebistana Siûdî û Îmaratê guherand."

‘DIBE KU MÎQATÎ DÎSA JI BO AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ WERE ERKDARKIRIN’

Der barê rewşa Lubnanê de jî rojnameya El-Itîhad ev tişt nivîsî: "Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn îro bi parlamenteran re dike serokwezîrê nû hilbijêre. Tê texmînkirin ku di dawiyê de serokê hikumetê Necîb Mîqatî ji nû ve were erkdarkirin.

Mîqatî dê ji nava 128 parlamenteran ji zêdetirî 50 heban destekê wergire, li kêleka wê jî dê parlamenterên milîsên Hizbullaha terorîst û tevgera Emel ku hevalbenda wê ye, destekê bidinê. Çavkaniyên partiyetê got dê Mîqatî di civîna şêwiran bi serokê Lubnanê re li qesra serokatiyê ya li Beîbeda were hilbijartin. Heke Mîqatî gelek deng ji endamên parlamentoyê wergirtin, dê serok Ewn ji bo avakirina hikumetê wî erkdar bike."

(fr)