​​​​​​​Der barê yekitiya Kurd û Ereban de: Rizgarî rêwîtiyeke dîrokî ya hevbeş e

Di salên dawîn de li herêmê gelek guherîn çêbûne û bandora wan li ser gelan berdewam e û her wiha derbasî qonaxên nû bûye. Ruxmî her tiştî jî, ji bilî gel kesî berdêla rikeberiyê neda, gelê ku bi xwe biryar da ku mafên xwe bi dest bixe û azad û bi rûmet bijî.

​​​​​​​Der barê yekitiya Kurd û Ereban de: Rizgarî rêwîtiyeke dîrokî ya hevbeş e
23 hezîran, 2022   06:49
XEZA - UMER MÛSA

Li beramberî van bûyeran hemiyan, çarenûsa hevbeş a gelan nexasim Kurd û Ereban diyar bû, ku her yek ji wan di heman xetê de li dijî zordestî û faşîzmê sekinî. Hê jî her yek ji wan bi heman encaman re rû bi rû ne; wekî xizanî, paşguhkirin û şerkirinê.

Tiştek heye ku divê were bibîrxistin, ew jî têkoşîna hevbeş a gelan e. Dibe ku di van dehan salên borî de bi qasî pêwîstiya gelan a têkoşîneke hevbeş li dijî siyasetên zordestî, çewisandin, hegemonya û mehrûmkirina gelan ji diyarkirina çarenûsa xwe û serxwebûna xwe, tiştekî din nehate îsbatkirin.

Lêkoler û nivîskarê siyasî yê ji Tinisê Elî Kinês wiha dibêje: "Têkoşîna li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê hêmaneke hevbeş a Kurd û Ereban e. Dewleta nîştimanî ya nûjen li ser bingeha parastina girêdana bi navendê Ewropa-Amerîkayê yên rojavayî ve û hegemonyaya wan li ser gelên başûrî û rojhilatî, ava bû. Her wiha dewleta nîştimanî ya nûjen têkiliyên hegemonyayeke hundirîn ava kirin. Ev têkilî li ser bingeha dûrxistina siyasî, çandî, aborî û civakî di hundir heman dewletan de, ava bûn."

'ÇARENÛSA GELÊN HERÊMÊ YEK E, JI BER KU DÎROKA WAN HEVBEŞ E'

Kinês di hevpeyvîna li gel ajansa me de ev tişt anîn ziman: "Gelên herêmê xwedî heman çarenûsê ne, ji ber ku dîroka wan hevbeş e û di herêmeke pevgirêdayî de dijîn, rastî heman zehmetiyan tên.”

Kinês wiha domand: "Her wiha dîrok bi rengekî rast û durist nayê vegotin, ew bi rengekî parçekirî û hilbijartî da ku li gorî berjewendiyên siyasî yên ji bo mayîndekirina hegemonyayê, tê vegotin û xwendin."

Kinês her wiha diyar kir: "Neteweperestiya Tirk an ya neteweyeke din, eger li ser bingeha ku ew tenê rast e derkeve, wê demê ew projeyeke şovenîst temsîl dike ku armanc jê serdestiya li ser gelên din e ku tu caran li wan nanêrin ku ew jî xwedî çand in û mafê wan ê hebûnê heye. Her wiha neteweperestiya şovenîst jî eger bi çi dirûşmê be jî dîsa armanca wê talankirin e, ji ber ku wê bi rengekî nerast dîrok xwendiye û li kesên cuda bi rengejî aştiyane ku ew jî xwedî çand û nasname ne, nanêrin."

Kinês got: "Pergalên zordest ên li herêmê, di dîrokê de siyasetên qirkirin û paşguhkirinê li dijî gelên herêmê dan meşandin, xwest yekitiya gelan bi her awayî têk bibe ku bi dirûşmên nerast û xapînok xwest piştgiriya gelên herêmê bi dest bixe û wan ji xwestina mafên xwe mijûl bikin."

Her wiha Kinês diyar kir: "Bi vê yekê ew dixwazin bi rêya xapandina gelan bi dijminekî hov ku dixwaze wan jê biparêze û şerê wî bikin, yekitî û lihevkirina di navbera wan de têk bibe."

Kinês wiha domand: "Ev pergalên zordest ên ku hewl didin serweriya gelan bikin, nikarîbûn şoreş, tolhildan û hemû cureyên têkoşîna li dijî qirkirinê û ji bo azadkirina gelan ji bindestiyê, têk bibin."

Kinês wiha lê zêde kir: "Têkoşîna gelan derfeteke nû ji bo têgihîştina gel li ser vê yekê ye ku rizgarî rêwîtiyeke dîrokî ya hevbeş e. Hevgirtina gelan yek ji qonaxên herî girîng ên rizgariyê ye, pêwîstiya vê yekê jî bi têkiliyeke xurt di navbera gelan de û baweriya bi çarenûsa hevbeş heye."

(mh)

ANHA