Li Hesekê 4 bazirganên narkotîkê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê 4 bazirganên narkotîkê girtin û radestî Dozgeriya Giştî kirin.

Li Hesekê 4 bazirganên narkotîkê hatin girtin
23 hezîran, 2022   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Hesekê 20`ê Hezîranê 4 bazirganên narkotîkê hatin girtin.

Malperê diyar kir ku di encama lêgerîna Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan de û piştî îsbat û belgeyan, 4 kesên bazirganiya narkotîkê dikin, hatin girtin.

Li gel van bazirganan 441 hebên Capticol, 90 hebên Inditro, 13 gram hebên hûrkirî yên Capticol, çekeke kalaşnîkof, rextek û demançe jî hatin desteserkirin.

Endamên toreyê di dema lêpirsînê de li xwe mukir hatin ku wan madeyên hişbir di nav gel de belav dikirin, li ser vê ew radestî Dozgeriya Giştî hate kirin da ku li gorî qanûnan werin darizandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku hêzên wan bazirganên narkotîkê dişopînin da ku parastina gel bikin.

(eh)