​​​​​​​Zêdan El-Asî: Di têkbirina êrişan de em xwe dispêrin gelê xwe

Zêdan El-Asî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji belavbûna di civata navneteweyî de sûdê digire û armanc dike ku bi êriş û gefên xwe projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. El-Asî got:  "Divê gelê me piştgiriya xwe bi QSD' re bidomîne û hêzên me amade ne berisva êrişan bidin."

​​​​​​​Zêdan El-Asî: Di têkbirina êrişan de em xwe dispêrin gelê xwe
22 hezîran, 2022   23:38
REQA - EHMED EL-ESAF

Dewleta Tirk a dagirker bi bihaneyên nerast gefên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Armanca wê jî ew e ku di nav bêdengiya dewletên mezin de deverên nû ji xaka Sûriyê dagir bike.

Girêdayî mijarê, ajansa me hevpeyvînek li gel hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Zêdan El-Asî  pêk anî.

Zêdan El-Asî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser destwerdana dewleta Tirk di Sûriyê de kir û got: "Ji destpêka krîza Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker gefên xwe li ser Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî rizgarkirina ji DAIŞ'ê bi taybetî tûjtir dike."

El-Asî îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi hemû awayên leşkerî, aborî û siyasî projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û aramiya herêmê têk bibe û got, ji ber ku ev rêveberî li dijî pergalên kapîtalîst û zordest e, di serî de jî dewleta Tirk a dagirker.

El-Asî anî ziman: "Gefên dewleta Tirk a dagirker di mercên dijwar de têne xwarin, nemaze li gel şerê Rûsya-Ukrayna û belavbûna di civaka navneteweyî de, her wiha mijûlbûna wê bi şerê Rûsyayê re. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze van rewşan li gor xwe bi kar bîne ji bo deverên nû ji xaka Sûriyê dagir bike."

Zêdan El-Asî wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker dema gefa êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê û çeteyên girêdayî wê yên li bakurê Sûriyê, bi hevkariyeke bi dizî bi hundirê Sûriyê re nexasim rejîma Sûrî, bi kar tîne."

'QSD'Ê LI GORÎ PEYMANÊN AGIRBESTÊ TEV DIGERE'

El-Asî diyar kir ku armanca gefên dewleta Tirk ew e ku deverên nû dagir bike, ne wek ew îdia dike ku dixwaze ewlehiya xwe ya neteweyî biparêze û wiha pê de çû: "Ev îdia nerast in. Lihevkirin di navbera QSD'ê û Tirkiyê de bi navbeynkariya Rûsya û Amerîka hene. QSD'ê pabendî tevahî peymanên agirbestê dibe. Hêzên me yên li ser sînor tevî çekên giran vekişiyan, lê dewleta Tirk a dagirker peymanan bin pê dike. Rûsya û Amerîka yên garantor Amerîkî der barê kiryarên wê de bê helwest in."

El-Asî wiha domand: "Eger em behsa dewleta Tirk a dagirker û ewlehiya wê ya neteweyî bikin; ew destwerdana Lîbya, Afrîka, Tûnis û Azerbaycanê dike, li vir pirsek heye; gelo Lîbya tu caran ewlehiya neteweyî ya dewleta Tirk a dagirker têk biriye? Ev tenê bihaneyên nerast in ku dixwaze bi wan rewşa cîhanê li gor xwe bi kar bîne da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û dagirkirina herêmê."

Zêdan El-Asî îşaret pê kir ku dema DAIŞ li ser sînorê dewleta Tirk a dagirker bû, dewleta Tirk tu caran ji bo parastina ewlehiya xwe ya neteweyî êriş wan nekir, lê piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bû, dewleta Tirk dest bi derxistina bihaneyên ewlehiya neteweyî kir, tevî ku QSD'ê fîşengekê jî ber bi xaka Tirkiyê ve neteqandiye.

Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bênavber bi çekên giran û dronan herêmê armanc digire, herî dawî cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveberî ya Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî kir armanc, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her kesekî ku alîkariya Rêveberiya Xweser dike, bi dronan armanc digire.

'EM XWE DISPÊRIN GELÊ XWE'

Zêdan diyar kir ku eger demokrasî û wekhevî di nava gelên herêmê de peyda bibe, pêwîstî bi xwespartina şêniyên herêmê heye.

Zêdan El-Asî domand û got: "Rêveberiya Xweser li tevahî aliyên li Sûriyê, çi aliyê rejîmê çi jî aliyê deverên ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de be ya herî baş e. Gelên herêmê ji bo parastinê her buhostek ji xakê ve hertim li derdora Rêveberiya Xweser û QSD'ê ye ."

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Zêdan El-Asî di dawiya axaftina xwe de got: "Em xwe dispêrin gelê xwe yê ku li kêleka QSD'ê sekiniye, hêzên me jî amade ne bersiva gef û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin."

 (mh)

ANHA