Kongra Star şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn

Di salvegera duyemîn a şehadeta wan de, Kongra Star şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn û bang kir ku 23’ê Hezîranê wek roja têkoşîna li hember komkujiyên li dijî jinan were destnîşankirin.

Kongra Star şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn
22 hezîran, 2022   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera duyemîn a şehadeta Zehra Berkel ,Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî yên ku 23’ê Hezîrana 2020’an di encama êrişeke bi droneke ya dewleta Tirk a dagirker a li gundê Helincê yê Kobanê de şehîd bûne, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Di salvegera duyemîn a şehadeta Zehra Bergul, Hebûn Mela Xelîl û Emîne Weysî yên ku di encama êrişeke droneke dagirkeriya Tirk li ser gundê Helincê di 23’ê Hezîrana 2020’an de şehîd bûne, bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Ev êrişê hovane bi armanca şikandina îradeya keleha berxwedanê Kobanê bû, ev êriş berî rojekê ji salvgera komkujiya Kobanê ya di 25’ê Hezîrana 2020’an de, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye kirin bû. Di encama wê komkujiyê de jî bi sedan şêniyên herêmê şehîd bûn.”

Kongra Star di daxuyaniya xwe de bang kir: “Em bang li hemû jinên cîhanê, tevgerên jinan ên rêxistinî û jinên têkoşer û însiyaatîfa ku me 23'ê Hezîrana 2021'an de ragihandiye dikin: Werin em 23'ê Hezîranê wekî roja têkoşîna li dijî komkujiyên li ser jinên siyasetmedar û jinên têkoşerên ji bo azadiyê, pîroz bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Li ser vê esasê em soz didin ku em xwedî li berxwedana sedsala bîst û yekê ya li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin. Em di şexsa  Zeyneb Ekincî, Sema Yuce, Filiz Yerli Kaya û Leyla Agirî de hemû şehîdên meha Hezîranê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

(mh)

ANHA