Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Ehmed El-Sahî veşartin

Bi tevlêbûna bi sedan kesî cenazayê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Dîkan El-Sahî li Goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Ehmed El-Sahî veşartin
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Ehmed El-Sahî veşartin
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Ehmed El-Sahî veşartin
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Ehmed El-Sahî veşartin
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Ehmed El-Sahî veşartin
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Ehmed El-Sahî veşartin
Şêniyên Tebqayê cenazeyê şehîd Ehmed El-Sahî veşartin
22 hezîran, 2022   16:31
TEBQA

Bi sedan şêniyên Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Dîkan El-Sahî yê ku di 18’ê vê Hezîranê de ji ber nexweşiyê şehîd ketibû, li Goristana Şehîdan spart axê.

Piştî deqeyeke rêzgirtin endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ehmed Ebid El-Îsa got, şehadet tiştê herî binirx û wate di jiyanê de ye û got: “Di herojeke xwe li ser vê xakê de em qehremanên nû nas dikin ku canê xwe di oxira parastina welatê xwe de feda kirine."

Îsa wiha domand: “Ev xak bi xwîna ciwanên me hate avdan û hê jî bi sedan ji keç û xortên me amade ne li ser şopa wan bin ji bo jiyaneke azad û birûmet bijîn.”

Piştre, hevserokê Komîteya Hundirîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Riyad El-Walî bal kişand ser lehengiya şehîdan a ji bo peydakirina jiyaneke azad û birûmet ji zarok û neviyên xwe re.

Her wiha destnîşan kir ku ew ê li ser şopa şehîdan bin û li dijî hemû cureyên terorê şer bikin û xaka xwe ya pîroz biparêzin.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê ji aliyê endama Komîteya Tendirustiyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan Hind Xelîl ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

 (mh)

ANHA