HPC: Em ê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin

Hêzên Parastina Civakê (HPC) yên navçeyên Girkê Legê û Çilaxa û Til Koçerê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin: "Em ê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin.

HPC: Em ê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin
22 hezîran, 2022   16:04
QAMIŞLO

Bi dehan endamên HPC ên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer li qada Azadî ya navçeya Girkê Legê kom bûn, êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê şermezar kirin.

Daxuyaniyek bi navê HPC ji aliyê endamê HPC li Çilaxa Elî Hesen  ve hat xwendin.

 “Bi navê HPC em êriş û gefên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Sûriyê şermezar dikin ku tê de xirabtirîn şêweyên tundî, îşkence û guhartina demografî li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Îdlib, Bab û Ezazê dide meşandin.

“Em wek şêniyên herêma Cizîrê bi tevahiya pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Asûr, pergaleke demokratîk li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş li herêmên Rêveberiya Xweser ava kiriye, û em ê li hember dagirkeriya Tirk bêdeng nemînin.”

Em rê nadin ku dagirkeriya Tirk careke din êrişî xaka me bike û em bi bawerî ne ku em ê bi şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”

 (mh)

ANHA