Wezîrê karên derve yê Rûsyayê diçe Tehranê

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê li paytexta Îranê Tehranê bi hempîşeyê xwe yê îranî Hisên Emîr Ebdullehiyan re bicive.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê diçe Tehranê
22 hezîran, 2022   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Îranê ragihand ku tê payîn îro wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bigihêje Tehranê û bi hempîşeyê xwe yê îranî Hisên Emîr Ebdullehiyan re bicive. Tê payîn ku Lavrov sibe bi wezîrê karên derve yê Îranê re bicive.

Ev serdan di demekê de pêk tê ku Îran û Rûsya yên rastî cezayên navneteweyî tên, di Gulanê de daxuyandibûn ku ew dixwazin têkiliyên di warê bazirganî û enerjiyê de xurt bikin. Her wiha di çarçoveya dan û standinên têkildarî dosyaya nukleerî ya Îranê de ku 2021`an li Viyanayê di navbera Îran û dewletên rojavayî de dest pê kiribû ku ji Adarê ve hatine rawestandin, pêk tê.

(eh)