Jinên pêşeng Sema Yuce û Leyla Agirî li Mexmûrê hatin bi bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Sema Yuce û Endama Konseya Rêveber ya KJK’ê Leyla Agirî di salvegara şihadeta xwe de hatin bi bîranîn.

Jinên pêşeng Sema Yuce û Leyla Agirî li Mexmûrê hatin bi bîranîn
22 hezîran, 2022   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şehîd Sema Yuce û Endama Konseya Rêveber ya KJK’ê Leyla Agirî di salvegara şihadeta xwe de hatin bîranîn.

Di merasima bîranînê de Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar, Xurbet Îşlek behsa girîngî û têkoşîna her du şehîdan kir.

Xurbet Îşlek destpêkê di kesayeta Şehîd Sema û Leyla de hemû şehîdên tevgara azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û got: “Meha Hezîranê jî weke hemû mehên din hemû rojên wê bi şehadatan tije ye. Taybetmendiya meha Hezîranê ji mehên din piranî jinên pêşeng yên ku li ser xeta jina azad ku mohra xwe li dîrokê dayî û gehiştîne şehadetê di vê mehê de ne. Sema Yuce ku ji bo bibe parçeyek ji vê berxwedanê û ji bo komploya li ser Rêber Apo bişikîne di sala 1998’an de agir bi bedena xwe xist û gehişt şehadetê. Her wiha li ser wê berxwedanê Leyla Agirî jî di demên herî zor û zehmet de têkoşînek bê hempa da. Wek tê zanîn Leyla Agirî li wargehê jî demekê ma û xebat da meşandin. Heval Leyla di encama êrişên hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de gehişt şehadetê.”

Piştî axaftinan bîranîn bi diruşmên ‘Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin û Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.