Parlamantarekî berê yê Iraqê: Dewleta Tirk şaristandiya Mezopotamiya dixe xeteriyê

Parlamenterî berê yê Iraqê hişyarî da ku li gel domadina qutkirina ava çemên Firat  û Dicleyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şaristaniya Mezopotamyayê di xeteriyeke mezin de ye.

Parlamantarekî berê yê Iraqê: Dewleta Tirk şaristandiya Mezopotamiya dixe xeteriyê
22 hezîran, 2022   05:39
KOBANÊ – ZANA SEYDÎ

Dewleta Tirk a dagirker kêmkirina para Sûriyê û Iraqê ji ava çemên Dicle û Firatê  bi rêjeya ji sedî 60 didomîne.

Ji ber kêmkirina ava çemên Firat û Dicle ji aliyê dewleta Tirk ve, ji derdora sal û nîvekê ve bi milyonan sûrî û iraqî di krîzeke mezin a dabînkirina ava vexwarinê, kehrebe û avdana  bi deh hezaran hêktarên zeviyên çandiniyê de rû bi rû ne.

MEZINBÛNA ŞARISTANIYAN GIRDAYÎ AVA DICLE Û FIRATÊ

Li ser mijarê nivîskarê siyasî û çalakvanê di qada av û jîngehê de Mehmûd Rîda Emîn ji ANHA'yê re axivî û girîngiya her du çeman wiha parve kirin: "Berdewama şaristaniya Mezopotamya girêdayî berdewama herkîna ava çemên Firat û Dicle heta Şet El-Ereb e."

Mehmûd Rîda Emîn ku parlamenterkî berê yê Iraqê ye îşaret pê kir ku Mezopotamya welatê gelek şaristaniyên hevnar ên dîrokî ye û wiha pê de çû: "Mezopotamya ji destpêka serdema bronz (3300-1200 b.z.) ve, ketiye dîrokê û welatê gelek şaristaniyên herî kevnar ên girîng ên dîrokî bûn. Ji berê wê jê re tê gotin dergûşa şaristaniyan. Heger ava çemên Dicle û Firat ji herkîna xwe ya xwezayî ya ji çavkaniya xwe li çiyayên Zagrosê (başûrê rojhilatê Tirkiyeyê) heta Şet El-Ereb li başûrê Iraqê raweste, ev şaristaniya mezin wê winda bibe."

Emîn îşaret pê kir ku ji ber vê ev herdu çeman bêyî astengiyên xwezayî yan jî çêkerî diherikîn, heta salên 80'î yên sedsala borî ku dewleta Tirk dest bi projeya xwe xwe ya (GAP) ya li başûrê rojhilatê Anadolê kir.

Têkildarî vê projeyê Mehmûd Rîda Emîn wiha anîz ziman: " Ev proje ji 21 bendav û 19 stasyonên çêkirina enerjiya kehrebe û avê pêk tê. Her çendî (GAP) di nav sînorên her du çeman de cih bigire jî, ev proje bi giranî li hewzeya Firatê ji sedî 80 û ji sedî 20 ji hewzeya Dicleyê zêdetir in. Ji ber vê yekê herikîna ava Firatê ya ber bi Sûriyê û Iraqê ve li gorî ava çemê Dicleyê bêhtir bandor dibe.''

'TIRKIYÊ ÇEMAN WEKÎ ÇEK JI BO BIDESTXISTINA PETROLÊ BI KAR TÎNE'

Mehmûd Emîn diyar kir ku armanca dewleta Tirk eşkere ye, dewleta Tirk dixwaze avê li hember petrol û enerjî bide û rayedarên dewleta Tirk gelek caran behsa vê yekê kirine.

Emîn bal kişand ser peymana sê alî ya ku di Gulana 1974'an de di navbera dewleta Tirk, Sûriyê û Iraqê de li Enqerayê hate îmzekirin ku  wê demê şandeya Tirkiyê gotibû: " Di çarçoveya serweriya Tirkiyê li ser çavkaniyên xwezayî de,  mafê me ye em tedbîran der barê çemên Dicle û Firat de bigirin bêyî ku em li tu alî vegerin."

Mehmûd Rida Emîn gotina serokkomarê berê yê dewleta Tirk Suleyman Demirel bi bîr anî dema gotibû "Eger samanên xwezayî li welatê me be, em der barê wê de azad in çawa guncaw bibînin, bi kar bînin. Çavkaniya wan çeman ji Tirkiyê ye û nabe welatên cîran me fêrî bikaranîna samanên me bikin..Li welatên Ereb gelek çavkaniyên petrolê hene, em destwerdanê tê de nakin."

Di heman demê de  daxuyaniyên serokkomarê berê yê dewleta Tirk Turgut Ozal û wezîrê karê derve yê Tirkiyê Hikmet Teşîn di dema serdana Îsraîlê di sala 1992'an bi bîr xitin ku gotibûn: "Mafê Tirkiyê ye bazirganiyê bi avê bike, weke ku hin dewleta bazirganî bi petrolê dikin."

Mehmûd Emîn diyar kir ku dewleta Tirk pabendî bi sozên xwe yên ji bo para Sûriyê û Iraqê ji avê nabe û avê weke amûreke şantajê bikar tîne û wiha axaftina xwe domand: "Tişta ku Tirkiyê dike li dijî têkiliyên cîrantî û çavkaniya qanûnên navneteweyî yên giştî ne (peymana navneteweyî ya giştî û taybet, pîvanên navneteweyî, rêgezên giştî yên qanûnan, qanûnên serdozgerî û zanebûna zanyarên qanûna navneteweyî) di warê avê ya navneteweyî de.''

'JI BER LAWAZIYA SÛRIYÊ Û IRAQÊ, TIRKIYÊ ÎTÎRAF BI NAVNETEWEYÎBÛNA ÇEMAN NEKE'

Mehmûd Rîda Emîn diyar kir ku li gor qanûnên navneteweyî yên der barê avê de, çemên ku sînoran derbas dikin, navneteweyî ne û ev tişt anî ziman:" Lê dewleta Tirk her dem berjewendiyên xwe dide pêş, çemên Dicle û Firat weke çemên tirkî dibîne. Heta ku Sûriyê û Iraqê lawaz bin dê helweta Tirkiyê wiha be."

Emîn her wiha got: "Du faktor hene ku bandorê li karîna her sê dewletên li ber çemên Dicle û Firatê dikin, yek jê hêza dewletê li ser avê û hêza dewletên di aliyên aborî, leşkerî û siyasî de. Her dem welatê xwedî çavkaniya avê, xwedî helwesta bi hêz e. Av ji Tirkiyê tê, di Sûriyê re derbas dibe û li Iraqê bi dawî dibe. Dewleta Tirk li hember Sûriyê û Iraqê bi hêz e, mînak heta niha saziyek ji bo danûstandinê bi dewleta Tirk re, bi kêmanî li Iraqê tuneye. "

Mihemed Emîn li ser pirsa rola rêxistinên navneteweyî li hemberî kiryarên Tirkiyê got: "Rêxistinên navneteweyî her dem banga danûstandinên li aliyên bi nakok dikin ku li gorî peymanên navneteweyî tev bigierin. Lê bêyî razîbûna aliyan nikare destwerdan bike. Dewleta Tirk naxwaze rêxistinên navneteweyî destwerdana vê mijarê bike, her wiha naxwaze peymanên sê alî çêbike. Dewleta Tirk her dem li ser kaxezên li hevkirinê îmze dike, da karibe zû xwe vekişîne.

Ti qanûnek tuneye ku dewletan li ser avê ceza bike, weke dewleta Tirk li hember Sûriyê û Iraqê, Îran li hember Iraqê".

(şt)

ANHA