​​​​​​​Hemas biryar da ku têkiliyên xwe bi Şamê re berdewam bike

Çavkaniyên di Tevgera Hemas a Filistînê de diyar kirin tevgerê biryar da ku têkiliyên xwe bi hikûmeta Şamê re berdewam bike.

​​​​​​​Hemas biryar da ku têkiliyên xwe bi Şamê re berdewam bike
21 hezîran, 2022   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji beriya 10 salan ve têkiliyên Tevgera Hemas û hikumeta Şamê qut bû, ji ber piştgiriya Hemasê bi xwepêşandanan re û destekdayîna wê bi komên çekdar ên li Şamê re, tevger ji paytexa Şamê derketibû.

Berpirsek di tevgerê de ji ajansa Reuters re diyar kir ku “Ev biryar piştî hevdîtinên berpirsên payebilind ên herdu aliyan hate kirin.”

Du berpirsên Hemasê jî dan zanîn ku tevgerê biryar da ku têkiliyên xwe bi Şam re berdewam bike. Lê heta niha tu daxuyanî der barê vê mijarê de ji aliyê Şamê ve nehatin dayîn.

Tê zanîn ku Hemas piştgirî da xwepêşandanên gel ên li dijî hikumeta Şamê. Şam jî tevger tawanbar kir ku destek da komên çekdar, bi taybet çeteyên girêdayî Îxwan El-Muslim û yên ku desteka xwe ji dewleta Tirk digirin.

Di du salên borî de Hemas tu daxuyanî û helwestên dijberî hikûmeta Şamê dernexistin û têkiliyên xwe bi Îranê re berdewam kir.

 (mh)

ANHA