​​​​​​​Lêkolerekî filistînî: Li dijî Osmaniya nû hevkariya kurdî-erebî pêwîst e

Lêkoler û mamosteyê zanistên siyasî di zanîngeha Qudis de, Dr. Eymen El-Reqib, destnîşan kir ku gelek zehmetî li hember Kurd û ereban hene, di serî de planên dewleta Tirk ên vejandina Osmaniya nû. Lêkolîner anî ziman ku li hemberî van planan pêwîsî bi tevkariya her du gelan heye.

​​​​​​​Lêkolerekî filistînî: Li dijî Osmaniya nû hevkariya kurdî-erebî pêwîst e
22 hezîran, 2022   04:36
QAHÎRE - EMANÎ EZAM

Li hember gef û planên mêntîngeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bangên tevkariyeke erebî-kurdî dewam dikin.

Girêdayî vê mijarê, lêkoler û mamosteyê zanistên siyasî di zanîngeha Qudis de, Dr. Eymen El-Reqib ji ANHA'yê re axivî û anî ziman ku pir girîng e ku hevkarî di navbera Kurd û ereban de hebe, ji ber ku ew pêkhateyên sereke li herêmê ne.

Eymen El-Reqib banga hevkariyê li her du galan kir û got : ''Divê Kurd bikaribin bêhtir hebûn, nasname û çanda xwe bidin naskirin, ji ber ku Kurd tu carî naxwazin ji herêmê cuda û serbixwe bibin."

Dr. Eymen El-Reqib di berdewama axaftina xwe de got: "Kesayetên têkoşer û kedkar ên Kurd hene ku dixwazin mafên xwe bi dest bixin û ev jî mafê wan e, ji ber ku Kurd di nêzî 40 mîlyonî ne, her wiha mafê wan e ku azad bin. Kurd naxwazin xwe cuda bikin û li dawiyê serbixwe bibin, ne jî dixwazin dewleteke netewperest li herêmê ava bikin. Ew dixwazin beşek ji vê herêmê bin lê bi hebûn, çand û zimanê xwe hebin."

El-Reqib îşaret pê kir ku zehmetiyên mezin hene, ji wan niyeta dagirkirina herêmên erebî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û diyar kir ku hêzên dewleta Tirk niha di Iraq, Sûriyê û gelek dewletên erebî yên din de hene.

El-Reqib diyar kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk rûbera dagirkirinê firehtir bikin û Osmaniya nû an ku împratoriya Erdogan ava bike û wiha pê de çû: "Tu nakokiyên me bi gelê Tirk re tune ne, lê divê dewleta Tirk destwerdana karûbarên erebî nekin. Her wiha li Tirkiyê Kurd hene mafên xwe dixwazin û rêber Abdullah Ocalan heye ku heta niha di girtîgehên Tirkiyê de ye."

Her wiha Dr. Eymen El-Reqib got: "Li hemberî hemû xalên ku me anîn ziman, danûstandina bi kurdan re pir girîng e, nexasim ku Kurd li ser sînorê Sûriyê û Iraqê dijîn, bi vê yekê jî ew dikevin eniya pêş a şer, ji ber wê jî rastî girtin û revandinên ji aliyê Tirkiyê ve tên."

Lêkoler û mamosteyê zanistên siyasî di zanîngeha Qudis de, Dr. Eymen El-Reqib li dawiyê anî ziman: "Danûstandin, diyalog û lihevkirinên bi kurdan re dê hevgirtineke kurdî-erebî encam bide û xewnên kurdan dê bibin beşek ji xewnên herêmên erebî."

(mh)

ANHA