Tolhildana ji êrişên bi balafirên SÎHA`yê mafekî rewa ye- ŞUKRU GEDÎK

Tolhildana ji êrişên bi balafirên SÎHA`yê mafekî rewa ye- ŞUKRU GEDÎK
22 hezîran, 2022   00:37

Êrişên bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li tevahiya Kurdistanê berbelav bûne. Dewleta Tirk êrişên xwe yên bêeman bê navber didomîne. Leşker bêyî ku cudahiyê bixin navbera jin, zarok û kal û pîran, guleyan berdidin û dibin sedema kuştinê. 9’ê Kanûna 2021’an di êrişa li Qamişloyê de Yûsif Gulo yê 80 salî û neviyên wî yên 36 û 25 salî qetil kirin. Li Rojava jî gelek êrişên bi balafirên bêmirov ên bi heman rengî pêk hatine û gelek kes pê hatin kuştin. Êrişên bi heman rengî li hemberî Kampa Penaberan a Mexmûrê jî hatin kirin û bûn sedema kuştinê. Yasîn Bulut (Şukru Serhat) ku jiyana xwe ji bo têkoşînê terxan kiribû û welatparêz Mehmet Zekî Çelebî li Silêmaniyê hatin kuştin. Divê baş were zanîn ku ji bo Kurdan her der eniyeke şer e û herêmeke ewle nemaye. Komkujiyên li hundir û derveyî welêt, nîşan didin ku jiyana tu Kurdekî welatparêz ewle nîn e.

HEMÛ KURDÊN WELATPARÊZ ARMANCA ÊRIŞAN IN

Di 15'ê Hezîrana 2022'yan de di êrişa bi balafirên bêmirov a li ser Şengalê de Salih Xidir Naso yê 12 salî û bapîrê wî Xidir Şivan Naso hatibûn qetilkirin. Xebera dawîn a êrişê jî ji Başûrê Kurdistanê hat. Di 17’ê Hezîrana 2022’yan de li Kelarê li dijî wesayîteke bi balafirên bêmirov êrişek pêk hat û di encamê de 4 kes şehîd bûn û kesek jî bi giranî birîndar bû. Hate ragihandin ku yek ji kesên di erebeyê de şehîd bûye, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî ye.

Li erdnîgariyeke berfireh, li dijî van êrişên gemar ên dewleta Tirk, ji qada navneteweyî nerazîbûneke cidî nehatiye nîşandan. Dîsa li hember êrişên bi balafirên bêmirov ku di nava sînorên Iraqê de li Şengal, Mexmûr, Kelar û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê tên kirin, ji hikumeta navendî ya Iraqê reflekseke cidî derneketiye. Ne mimkun e ku mirov peyama şermezarkirinê ji hikumeta Başûrê Kurdistanê hêvî bike, ji ber ku ev êriş mixabin bi PDK'ê re tên organîzekirin.

TOLHILDAN MAFÊ HERÎ REWA YE

Di vê rewşa hanê de divê Kurd çi bikin? Helbet dê li cihê xwe nesekinin û li bendê nebin ku dewleta Tirk were û wan gulebaran bike. A rast, bersiva vê pirsê pir hêsan e. Jixwe di daxuyaniyên rayedarên PKK'ê de bersiva vê hebû! Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik pir bi zelalî got; "Dewleta Tirk li ku derê êriş dike bila bike, divê tola wê bê hilanîn." Tolhildan mafê herî rewa yê Kurdan ê xweparastinê ye.

Êriş ne êrişên têkildarî ewlehiya dewleta Tirk in. Bi pênaseyeke eletewş a terorê, li her derê êrişên gelekî qirêjî dikin. Qada navneteweyî jî li hemberî komkujiyên li ser Kurdan bê deng e. Dema Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin, li qada navneteweyî tu bertek derneketin. Mîna ku li qetilkirina Kurdan temaşe dikin. Di vê mijarê de hê jî bi rola sê meymûnan radibin. Pirsa ku jin, pîr û zarokên ku di êrişên balafirên bêmirov de hatine kuştin ji bo Tirkiyê tehdîteke çawa ne, bê bersiv dimîne. Ev yek terora dewletê ye. Êrişên bi balafirên bêmirov, êrişên terorî ne. Yekane rêya rawestandina dewletê ew e ku tola wan were hilanîn.

DIVÊ ÊDÎ WERIN RAWESTANDIN

Kurd li her derê dibin hedefa êrişan. Rewşa heyî ya dijminatiya li Kurdan li holê ye; hema her roj cenazeyan radike, hêsiran dibarîne û tiştên qewimîne, dadiqurtîne. Lê belê dem hatiye ku em dawî li vê yekê bînin. Êdî divê berxwedana qehremanî ya gerîla, veguhêze bajaran û li hemû saziyên dewletê were belavkirin. Ji ber ku heta tol ji dewleta Tirk neyê hilanîn û lingê girseyî yê gerîla têra xwe seferber nebe, desthilata faşîst bêhtir êrişkar dibe û qetlîamê didomîne.

Welatparêzên li derveyî welat divê tenê bala xwe nedin ser parastina xwe û nekevin nava rehetiyê. Tu dewlet Kurdan naparêze. Parastina bingehîn şerê gel ê şoreşgerî ye. Ev yekane şêwaza şer e ku dikare dijmin têk bibe. Kurd bi dijminekî ew çend bêeman, çavnebar re rû bi rû ne ku divê texmîn nekin ku dê bi êrişên balafirên bêmirov re sînordar bimînin. Divê bizanin ku êrişên dagirkeriyê yên ji bo tunekirinê dê her tim hebin û divê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî parastina xwe bikin esas.

YÊN KU XWE JI BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ DIDIN ALÎ JIXWE TESLÎM BÛNE

Mesûd Barzanî di axaftina xwe ya dawîn de digot "Şer xirab e, teslîmiyet xerabtir e, em ê tu carî teslîm nebin" û qala berxwedana Barzanê dikir. Got 16 caran Barzan hate hilweşandin. Gotin û kirinên Mesûd Barzanî nakok in. Êdî girêdayî dewleta Tirk e û teslîm bûye. Rê dide êrişên balafirên Tirk û bi xwe dibe sedema hilweşandina Başûr. Rola ku PDK di êrişên balafirên bêmirov de dilîze, nayê înkarkirin. Ji bo van êrişan îstîxbaratê berhev dike, dike hedef û dibe şîrikê komkujiyan.

BI XWE TESLÎM BÛNE Û DIXWAZIN ŞENGALÊ JÎ TESLÎM BIKIN

Tevî ku di êrişên li ser Şengalê de bi dehan zarokên hêja yên civaka êzidî şehîd xistin jî, çapemeniya PDK'ê ku hîn jî wek PKK'yî nîşan dide, bûyeran berovajî dike û ji medyaya Tirk bêhtir bi roleke neyînî radibe. Dema ku gelek serkêşên êzidiyan ên wekî Seîd Hesen (Feqîr Dijwar), Merwan Bedel, Zekî Şengalî û Zerdeşt Şengalî hatin qetilkirin, tenê peyameke şermezarkirinê jî ji PDK'ê nehat bihîstin. Ev rewş bi xwe nîşaneyeke zelal a teslîmîyetê ye. Heta sersaxî jî ji malbatên şehîdan re nexwest. Çawa ku teslîm bûne, hewl didin Şengalê jî teslîm bikin. Li pişt hemû êrişan tiliya PDK'ê, ruhê wê yê xayîn, dîlgirtî û noker heye.

Nabe ku her roj bê tevger bimînin û li benda komkujiyan bin. Ev hemû êriş ji ku û ji kê tên bila bên, bersiv xuya ye; ji bo tolhildanê, ji bo bersivdayîna li her dera ku dijmin lê hebe, bi zimanê ku jê fêm dike bikaranîna mafê xweparastinê, xwebirêxistinkirin û bi zimanê ku jê fêm bike bersivdayîn.

Di şexsê şehîdê me yê dawîn Ferhat Şiblî de em hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin.