​​​​​​​'Plana vegerandina penaberan dê nakokiyên civakî kûrtir bike'

Hêzên niştîmanî û kesayetên sûrî têkildarî projeya Erdogan a vegerandina penaberên sûrî û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî gotin: "Ev plana ji aliyê Tirkiyê ve wê nakokiyên civakî kûrtir bike û tecrûbeyên guhertina demgorafî dûbare bike."

​​​​​​​'Plana vegerandina penaberan dê nakokiyên civakî kûrtir bike'
21 hezîran, 2022   18:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên niştîmanî û kesayetên sûrî têkildarî plana serokkomarê dewleta Tirk a dagirker a vegerandina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî û bicihkirina wan li avahiyên mêtîngeriyê daxuyaniyeke hevbeş da. Daxuyanî li ser rûpela facebookê ya hevserokê MSD`ê Riyad Derar hate weşandin.

Kesên ku daxuyanî îmze kirine banga aştî, diyalog, lihevkirin û pêkanîna qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şerê Tirkiyê yê li ser Bakurê Sûriyê gef e û ji bo temamkirina "herêma ewle" ye û wiha hate domandin: "Di 10 salên dawî de li dijî welatê me Sûriyê gelek êriş hebûn ku em gihandin vê karasetê ji qetilkirin, astengirina bi kêmanî bi milyonan mirov. Bi sed hezaran kes hatin girtin û winda ne û nîvê din jî koçber bûye. Sûriyê veguherandine dewleteke lawaz û binkeftî ku hate dabeşkirin û bi hemû hêmanên wê hate jihevxistin."

Hêz û kesayetên ku daxuyanî dane bal kişandin ser plana Tirkiyê ya vegerandina penaberan û ev tişt hat gotin: "Ev plan wê nakokiyên civakî yên Sûriyê kûrtir bike û tecrubeye endizyariya demografîk dûbare bike."

Di daxuyaniyê de banga diyalog, lihevkirin û pêkanîna qanûnên navneteweyî hate kirin ''Da ku bighêin pêşerojeke ewle û şaristanî. Diyaloga kurdî – kurdî  û kurdî –erebî – kurdî – tirkî ew rêya rast ya çareserkirina doza kurdî û aloziya Sûriyê bi giştîye. Her wiha rêya yekane ya çûna ber bi pêşerojeke ewle û şaristanî ve ye.

Di dawiyê de bang li hikumeta Tirkiyê hate kirin ku dev ji rêya şer û hilweşandinê berde, her wiha bang li gelên cîhanê û azadîxwazan hate kirin ku tev li wan bibin û bang li NY`yê û Koalisyona Navneteweyî hate kirin ku şerê teror bike û bang li Yekitiya Ewropayê hate kirin ku erka xwe li hember welatê wan pêk bîne.

(bx)

ANHA