​​​​​​​Şehîd Ferhad Şiblî bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin

Cenazeyê şehîd Ferahd Şiblî bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin. Di merasîmê hate gotin, şehîd Ferhad tovê serkeftinê li nava hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çand, felsefeya jiyana azad ava kir.

​​​​​​​Şehîd Ferhad Şiblî bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ferhad Şiblî bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ferhad Şiblî bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ferhad Şiblî bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ferhad Şiblî bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ferhad Şiblî bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ferhad Şiblî bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ferhad Şiblî bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ferhad Şiblî bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Ferhad Şiblî bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin
21 hezîran, 2022   16:42
QAMIŞLO

Bi dehhezaran welatî ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, MSD, QSD, YPG,YPJ, nûnerên partiyên kurdî, erebî, suryanî û ermenî, kesayetên welatparêz, rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb û Suryan û dayikên şehîdan ji bo wergirtina cenazeya şehîd Ferhad Şiblî li ber Nexweşxaneya Dêrikê li hev kom bûn.

Darbesta şehîd Ferhad bi ala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gulan hat xemilandin.

Dema cenaze ji Nexweşxaneya Dêrikê derket, karwanê welatiyan siloganên şehîd namirin û mirin ji xayin û sîxuran re berz kirin.

Karwan li nava kolanên Dêrikê geriya, li kolanan şîn hebû û hemû dukanên li nava bazar û kolanan hatibûn girtin.

BANGA PARASTINA DESTEKFTIYÊN ŞEHÎDAN

Li Goristana Şehîd Xebat Dêrik, deqeyeke rêz hat girtin, piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Selma Xelîl axivî.

Selma Xelîl got: "Şehîd Ferhad ji malbateke welatparêz e, 30 salan li nava refên şoreşê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê têkoşîn kiriye.''

Selma Xelîl teqez kir ku malbatên şehîdan dê têkoşîna xwe dewam bikin û bêdeng namînin. Her wiha banga parastina destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

'EM Ê WEKÎ ŞEHÎD FERHAD TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BIDOMÎNIN'

Piştre endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl axivî û got: "Me soza dewamkirina têkoşînê daye, şehîd Ferhad zû bar kir, lê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Şehîd Ferhad li ser şopa şehîd Hisên Şawîş û birayê xwe Îsam meşiya. Li her derê têkoşîn kir, 29 sal ji temenê xwe xiste xizmeta doza şoreşgerî. Weke şehîd Ferhad got, em ê bi ser bikevin."

Aldar Xelîl got: "Em ji dijminan re dibêjin ku Ferhadek çû bi hezaran Ferhad hene, ev girse hemû Ferhad in, em ji dijiminan re dibêjin, hûn ê poşman bibin ji ber ku hûn dijminatiye gelekî têkoşer dikin."

Xelîl diyar kir ku dijmin li dijî çiyayên Kurdistanê êrişan pêk tîne û got: "Erdogan got ew ê 30 km derbasî Sûriyê bibe, lê ew ê ranewest e, çareseriya guncaw bihêzkirina rêxistina civakî ye."

Aldar Xelîl ev tişt jî anî ziman: "Duh me kongreya xwe lidar xist, me li gor prensîpa şerê gel ê şoreşgerî soza dewamkirina têkoşînê da, hemû gelên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen dê têkoşîn dê weke Ferhad Şiblî têkoşîn bikin."

Xelîl destnîşan kir ku divê dawî li hevkarên dagirkeran bê û got: "Hevkarên dijminan dê rêya xwe nebînin, em ê rêxistin û têkoşîna xwe bi hêz bikin".

Aldar Xelîl diyar kir ku dê pirsgirêka Rêveberiya Xweser bi rêyên siyasî li gel hikûmeta Şamê bê çareserkirin û got: "Niha divê em li hember Erdogan ê ku tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin, Erdogan dixwaze weke bapîrên xwe yên Osmanî herêmê kontrol bike. Vebijêrka me ya pêşîn û dawî  xurtkirina têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê ye."

'DIJMIN JI BO TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRE KESÊN WEKÎ FERHAD DIKE HEDEF'

Hevserokê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûtiyê Ebid Hamid El-Mihebaş jî sersaxî ji malbata şehîd Ferhad û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re  xwest û got: "Şehîd Ferhad mînak bû".

El-Mihbaş got: "Dijimin baş mezinbûn û têkoşîna şehîd Ferhad nas dikir, rejîma Tirkiyê têkçûye û rastî gelek kirîzan tê û ji bo rastiyên xwe veşêre û xwe weke serkeftî nîşan bide kesên weke Ferhad dike hedef."

El-Mihbaş bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku destwerdan bikin û dawî li binpêkirinên dewleta Tirk bînin.

Her wiha bang hikûmetên Hewlêr û Bexdayê ku li hemberî sûcên ku li ser xaka wê tê kirin xwedî helwest bin.

El-Mihebaş teqez kir ku ew ê herêmên dagirkirî weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rizgar bikin.

'ŞEHÎD FERHAD FELSEFEYA JIYANA AZAD DAMEZRAND'

Piştre berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd axivî û got: "Îro em têkoşerekî azad oxir dikin, em navê wî di dîrokê de tomar dikin, me ti carî Ferhad Şiblî bê moral nedît, her dem têkoşer bû."

Mehmûd diyar kir ku şehîd Ferhad mohra xwe li têkoşîna li seranserî Kurdistanê da û got: "Şehîd Ferhad felsefeya jiyana azad damezrand, şehîd Ferhad di wijdanê me de sax e."

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku şehîd Ferhad ji damezrînerê hêzên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û got:"Dijmin têkoşerên gel, welatparêz, rewşenbîr, siyasetmedar û her kesê xizmeta gel dike, dikin hedef."

'EM Ê TOLA ŞEHÎD FERHAD HILÎNIN'

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember dijminan rawestin û têkoşînê xurt bikin û got: "Hêzên leşkerî amade ne tola şehîd Ferhad hildin, em şerê azadiyê dikin, şerê seferberiyê, em xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin."

'FERHADEK ŞEHÎD BÛ, BI HEZARAN FERHAD HENE'

Paşê wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî dayika şehîd Şêrîn hat kirin. Dayika şehîd Ferhd got:"Ez spasiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikim ên bi hezaran km qut kirine û li vir amade ne. Em teqez dikin ku em ê têkoşînê dewam bikin, Ferhadek şehîd bû bi hezaran Ferhad hene."

Dayika şehîd Ferhad got:"Dema cenaze gihişte deriyê sînor, min got kurê min bînin welat bila bê li nava hezkirî û hevalên xwe."

Cenazeya şehîd Ferhad li ser milan hat rakirin û li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.

(şt)

ANHA