Li Başûrê Kurdistanê kuştina jinan zêde bûye

Rêxistina Piştevaniya Hiqûqî ya bi Jinan re ragihand ku li Başûrê Kurdistanê di nava 6 mehên dawî de 60 jinan dawî li jiyana xwe aniye û 22 jin jî hatine qetilkirin.

Li Başûrê Kurdistanê kuştina jinan zêde bûye
21 hezîran, 2022   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Piştevaniya Hiqûqî ya bi Jinan re di civîna çapameniyê de rapora têkildarî tundiya li ser jinan a 6 mehên borî eşkere kir.

Rêxistina Piştevaniya Hiqûqî ya bi Jinan re ragihand ku li gorî daneyên li ber destê wan, di nava 6 mehên borî de, 29 jinan xwe şewitandine, 31 jinan jî dawî li jiyana xwe anîne û 22 jin bi hincetên cuda hatine qetilkirin.

Rêxistinê Piştevaniya Hiqûqî ya bi Jinan re, ji bo çareserkirina kuştina jinan bang li aliyên peywendîdar kir ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û alîkariya cidî ji bo dosyayên jinan werin kirin.

Li gorî raporê di sala 2021’an de li dadgehên Silêmaniyê tu dozên jinan nehatine çaresekirin. Lê, li gorî bîlançoya Rêxistina Têkoşîna li dijî Şîdetê, di sala 2021’an de li Silêmaniyê 40 jin hatibûn kuştin û 62 jinan jî dawî li jiyana xwe anîbû.

Rêxistina Piştevaniya Hiqûqî ya Jinan aşkere kir ku di dema lêpirsînê de gelek dem diçe û ji ber doz paş dikeve, lewma daxwaz kir ku ji bo van dozan dadgehek taybet were avakirin.