Li Silêmaniyê û Hewlêrê hejmara pêketiyên kolerayê zêde bû

Çavkaniyên tibî ragihand ku 13 kes bi nexweşiya kolerayê ketine, deh ji wan li bajarê Silêmaniyê ne û 4 jî li Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê ne.

Li Silêmaniyê û Hewlêrê hejmara pêketiyên kolerayê zêde bû
20 hezîran, 2022   10:10
NAVENAD NÛÇEYAN

Duh bi daxuyaniyekê berdevkê Wezareta Tenduristiyêyê Iraqê Dr. Seyf Bedir ragihandibû ku 13 kes li Iraqê bi nexweşiya kolerayê ketine.

Li gorî daxuyaniyê li Silêmaniyê 10 kes pê ketine û 2 kes jî li parêzgeha Mesna ya li başûr in û yek li jî parêzgeha Kerkûkê ye.

Gerînendeyê Giştî yê tenduristiyê yê Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî di civîneke çapemeniyê de got: "Li parêzgehê 10 kes bi kolerayê ketine û encamên testa wan li taqîgeha Bexdayê ya navendî hate piştrastkirin."

Her wiha Hewramî anî ziman ku li taqîgehê 56 kesên biguman hene û di deh rojên dawîn de derdora 4 hezar bi navçûnê ketibûn, li nexweşxaneyên Silêmaniyê hatin tomarkirin.

Parêzkarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw jî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku li parêzgehê 4 kes bi kolerayê ketine û 5 kesên din biguman jî hene.

Sedema çêbûna kolerayê ji ber xwarina neqapij û ava qirêjî ye, di encamê de navçûn û verişîn çêdibe.

Salane 1,3-4 milyon kes li cîhanê bi kolerayê dikevin, di encamê de deh hezar kes jiyana xwe ji dest didin.

(eh)