ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-06-2022
19 hezîran, 2022   23:00

-Bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê, Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê û Yekitiya Parêzeran a Cizîrê panelê bi navê "Koçberiya bi darê zorê sûcek li dijî mirovahiyê ye" li avahiya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşma "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê"  Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaniyekê li navnda xwe ya li navçeya Amûdê li dar dixe, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dema ku 8 salî bû, çeteyên DAIŞ'ê ew ji Şengalê revandin û gelek caran firotin. Piştî rizgarkirina Baxozê, berê xwe da kampa Holê, lê ji ber gefên çeteyan nikarî nasnameya xwe eşkere bike. Piştî 8 salan Rûsîta Hecî Baco vediger nava malbata xwe li Şengalê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şopînerên rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyasetên dewleta Tirk a dagirker şîrove kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk bi van siyasetan dixwaze erêkirina navneteweyî ji bo pêkanîna êrişeke berfireh li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest bixe. Her wiha teqez kirin ku Tirkiye, nikare Rêveberiya Xweser biguhere ji ber ku ev rêveberî sembola yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

- Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê hişyar da ku gefên dewleta Tirk a dagirker derfetê dide şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ku careke din vegerin herêmê û got, hebûna DAIŞ`ê mîna bombeyek li ber teqînê ye ku gefan li Rojhilata Navîn bi giştî dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bedran Çiya Kurd ji hikumeta Başûrê Kurdistanê xwest ku der barê şehîdxistina têkoşer Ferhad Şiblî û hevreyên wî de lêpirsîneke zelal pêk bîne û got, rûdana kiryarên terorî li nava herêma Başûrê Kurdistanê fikaran bi xwe re tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspî û serokeşîrên herêma Efrînê nerazîbûn nîşanî bicihkiina penaberên Sûriyê li herêmên dagirkirî dan û diyar kirin ku dagirkeriya Tirk dixwaze bi rêya projeya "herêma ewle" planên xwe yên Osmanî pêk bîne. Her wiha bang li welatparêzan kirin ku li dijî kiryar û sûcên dagirkeriya Tirk serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku îradeya gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê bişkîne rojane bi êrîş, komkujî û qirkirina fîzîkî ya bêsînor dike. Ji sala 2021’an heta meha hazîranê  ya 2022’an ve , sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser heremê her diçe zêde dibin û li hember wê rastiyê bêdengiya navneteweyî hêzê dide dewleta Tirk. Bi wî awayî him hewldana zindîkirina DAIŞ’ê, him jî bi piştgirî û şirîkatî yên stratejîk a Almanya, Îngîltere û Amerîkayê bi hilbirîna çêkên SÎHA’yê li ser heremê sîstema qirkirinê berdewam dike.

JIN

Ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê, Yekitiya Jinên Ciwan meşekê ji benda di navbera navçeya Şêran û gundê Helincê yê rojavayê Kobanê de ber bi cihê komkujiyê ve li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li ser êrişên dagirekriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA