Komên çete yên li Babê bi hev ketin

​​​​​​​Li taxa Nehda ya bajarê Babê yê dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hev ketine.

Komên çete yên li Babê bi hev ketin
19 hezîran, 2022   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

 Çavkaniyên xwecih ji ajansa me re diyar kirin ku çeteyên ''Ehrar El-Şam'' û ''Ceyş El-Îslam'' yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi hev ketine.

Çavkaniyan eşkere kir ku şer li taxa Nehda ya bajarê Babê yê dagirkirî li bakur rojhilatê Helebê rû daye.

Li gelek herêmên dagirkirî mîna Efrîn, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hev ket û di encamê de gelek ji wan hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha sivîl jî bûn qurbaniya wan şeran.

(şx)

ANHA