Nivîsgeha Astengdaran a Minbicê dest bi hemleyek piştgiriya astengdaran kir

Nivîsgeha Astengdaran a Minbicê hemleyek ji bo piştgiriya astengdaran li dar xist, der barê mijarê de endamê rêveber ê nivîsgehê Heysem El-Hemdo got: "Tu girîngî ji bo astengdaran nehatiye dayîn ku beşek ji civakê ye. Em ê hevkariya wan bikin."

Nivîsgeha Astengdaran a Minbicê dest bi hemleyek piştgiriya astengdaran kir
17 hezîran, 2022   08:49
MINBIC - EHMED QERACE

Nivîsgeha Astengdaran hemleyek ji bo piştgiriya astengdaran li dar xist, her wiha di 29'ê meha borî de jî projeyeke biçûk ji bo tevlêkirina wan pêk anîn. Dê ev hemle heta mehekê yan jî zêdetir li ber xwe bide.

Bi rêya vê hemleyê dê ji tevahiya saziyên sivîl, xêrxwaz û xwediyên karên taybet were xwestin ku alîkariya astengdaran bikin.

Girêdayî mijarê, endamê rêveber ê Nivîsgeha Astengdaran a Minbicê, Heysem El-Hemdo got: "Beşa ku em ê di vê hemleyê de li ser bisekinin ên herî astengdar in û dê piştgirî were dayîn. Ji parçeyên laşê yên çêkirî, kursî û berguh. Wê hin projeyên biçûk jî werin aktîfkirin. Sedema lidarxistina vê hemleyê jî tunebûna piştgiriya vê beşê ye."

Heysem El-Hemdo axaftina xwe wiha domand: "Ji bo avakirina peymangeheke perwerde û destekdayîna derûnî û fîzyayî ji astengdaran re xebat tê kirin. Armanc ew e ku tev li civakê bibin. Ev peymangeh ji bo tevahî rewşan e; ker, lal û pirsgirêkên mejî. Heke pêwîst hebû wê beşên din jî werin vekirin."

Heysem El-Hemdo anî ziman ku tenê çalakiyek ji bo astengdaran heye, ew jî pêşkêşkirina 50 kursiyan bi 5 hezar dolar e. Desteya Karûbarên Civakê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev xebat kir. El-Hemdo ev tişt got: "Em bi hêvî ne ku çalakiyên din li gorî destekdayîna dê were kirin, pêk bên."

El-Hemdo wiha li gotina xwe zêde kir: "Tu girîngî ji vê beşê re nayê dayîn ku beşek ji civakê ye. Em ê rola wê geş bikin. Rewşên li nivîsgeha me hatine qeydkirin 3 hezar û 586 e."

Di dawiya axaftina xwe de endamê Rêveber ê Nivîsgeha Astengdaran a Minbicê Heysem El-Hemdo got: "Em naxwazin astengdar wek barekî li ser civakê bibînin, em hêvîdar in ku ji wan re bi piştvan.  Ji ber ku ev hemle derfetê ji wan re vedike ku têkevin nava civakê û rola xwe tê de bilîzin."

(mh)

ANHA