Li Kelarê erebeyek hate hedefgirtin: 4 welatî şehîd bûn

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk erebeyeke li Kelarê bombebaran kir, di encamê de 4 welatî şehîd bûn.

Li Kelarê erebeyek hate hedefgirtin: 4 welatî şehîd bûn
17 hezîran, 2022   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, danê siharê li gundê Berlut yê dikeve bakurê navçeya Kelar ya ser bi Germiyanê ve, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek bombebaran kir. Di encamê de 4 welatî şehîd bûn û yek jî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Şehîd Hejar.