Xedîce Îbrahîm: Berpirsên êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê NY û Meclisa Ewlehiyê ne

Parêzer Xedîce Îbrahîm da zanîn ku pênaseya rast a sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengalê ew e ku terorê li hemberî gelan dike û got “Yek ji madeya herî sereke di zagonên mafêm mirovan ên navneteweyî de, parastina ewlehiya giştî ye. Lê li vir jî durûtiya saziyên navneteweyî derdikeve hole, ev jî tê wateya hevkariya bi dewleta Tirk re."

Xedîce Îbrahîm: Berpirsên êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê NY û Meclisa Ewlehiyê ne
17 hezîran, 2022   09:03
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Dewleta Tirk a dagirker careke dîtir bi balafirên bêmirov avahiya Meclisa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê û dikana welatiyekê bombebaran kiribû. Mêrek û neviyê wî yê 12 salî şehîd bûn û 6 kesên din jî birîndar bûbûn.

Tevî nerazîbûnên serokeşîr û Rêveberiya Xweser a Şengalê jî êriş hîn dewam dikin. Têkildarî mijarê endama Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm ji ajansa me re axivî.

Xedîce Îbrahîm da zanîn ku pênaseya rast a sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelan li Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dewletek e ku terorê li hemberî gelan dike, ji ber ku kiryarên ku tên meşandin rêbazên terorîstan in.

Li ser hedefgirtina Mala Gel jî Xedîce got: “Mala gel rêxistineke civakî ye û civak tê de dibe hedef, ji ber ku dewleta Tirk sîstemeke li dijî civakê ye.”

Xedîce bal kişand ser gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî û got: “Li ber çavan e dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku niha bûne herêmên bipirsgirêk, her roj kuştin û binpêkirina mafên mirovan lê pêk tên.”

Xedîce Îbrahîm da zanîn ku Şengal ne li ser sînorê Tirkiyê ye, tu “xetereyeke” Şengalê li ser dewleta Tirk tune ye û wiha dom kir: “Şengal parçeyekî xaka Iraqê, ev yek serweriya Iraqê binpê dike.”

Xedîce destnîşan kir ku xaleke herî sereke di zagonên mafên mirovan ên navneteweyî de, parastina ewlehiya giştî ye û wiha pê de çû: “Berpirsyariya NY û Meclisa Ewlehiyê ye ewlehiya cîhanê biparêze. Li vir jî durûtiya saziyên navneteweyî derdikeve holê, ji ber vê yekê erêkirineke veşartî ji bo pêkanîna êrişên dewleta Tirk heye.”

Xedîce Îbrahîm diyar kir ku bêdengiya heyî ya têkildarî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker tê wateya ku berjewendiyên dewletan di ser mafên mirovan re ye û wiha got: “Dema banga mafên mirovan jî dikin, hemû gotin in, tu wateya wan tune ye.”

ANHA