​​​​​​​Rojnameyên erebî: Çarçoveya Koordînekirî ketiye nava hewldana avakirina hikumetê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa tevgerên siyasî yên avakirina hikumeta Iraqê, hevkariya Misirê bi Îsraîl û Ewropayê re, her wiha behsa rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Çarçoveya Koordînekirî ketiye nava hewldana avakirina hikumetê
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Çarçoveya Koordînekirî ketiye nava hewldana avakirina hikumetê
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Çarçoveya Koordînekirî ketiye nava hewldana avakirina hikumetê
17 hezîran, 2022   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÇARÇOVEYA KOORDÎNEKIRÎ REWŞA HEVIRKÊN XWE KONTROL DIKE’

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat ev nivîsand: "73 parlamenter piştî cejna Qurbanê ew ê cihê îstîfaya komî ya endamên Sadir di parlamentoya Iraqê de dagirin. Hêzên Çarçoveya Koordînekirî ji ber tunebûna El-Sadir dest bi tevgereke siyasî ya ji bo avakirina hikumetê kir.

Tevgera heyî li ser du rêgehan e; ya yekemîn eşkere ye û aliyên hêzên Çarçoveya Koodînekirî ya şîe îdare dike anku dijberên Bloka Sadir e. Ev jî israra avakirina hikumetê di zûtirîn demê de dikin. Rêgeha duyem jî kontrolkirina dijberê berê yê Çarçoveya Koordînekirî ye. Li vir behsa hevalbendên Sadir ên Hevbendiya ‘Rizgarkirina Welat’ dikin ku hevbendiya sunnî bi serkêşiya Xemîs Xencer û serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî û PDK`ê jî bi serkêşiya Mesûd Barzanî ye.

Li gorî agahiyên Şerq El-Ewsatê bi dest xistine, aliyên banga avakirina hikumetê dikin, di serî de Îtîlafa Dewleta Yasa ya bi serkêşiya Nûrî Malikî ye. Aliyê duyem jî di serî de serkêşê Hevbendiya Fetih Hadî Amirî ye ku dixwaze nêzîkî Sadir bibe.

‘MISIR JI HEVKARIYA HERÊMÎ YA BI ÎSRAÎL Û EWROPAYÊ RE NÊZ DIBE’

Li ser têkiliyên Misirê yên bi Îsraîl û Ewropayê re rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Misirê ji gotina xwe ya berê ku hevkariyê bi Îsraîlê re nake, berda. Misirê tevgereke nû pêk anî, ji aştiya sar ber bi ya germ ve çû. Ew yek jî dê hevsengiya herêmê biguherîne. Her wiha ew jî dê sûdê ji gaza Ii rojhilatê Deryaya Spî wergire."

Misir bi Îsraîl û YE’yê re çarşemê muzakereya lihevkirinê der barê hevkariya bazirganî, veguhastin û hinardekirina gaza xwezayî de îmze kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett ew gav pêşwaz kir û got: "Dê Îsraîl bi Misir û YE’yê re li ser dabînkirina gaza xwezayî ji Ewropayê re hevkariyê bike."

‘LÎBYA DI NAVBERA SERT Û QAHÎREYÊ DE LI PÊŞBERÎ SAETÊN ÇARENÛSÎ YE’

Girêdayî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Piştî erêkirina li ser budçeya dewletê ya 2022’yan, Lîbya li pêşberî kêliyên çarenûsî ne.

Li Qahîreyê hevdîtinên girîng çi li ser asta şandeyên Meclisa Nûneran çi jî Meclisa Dewletê yên beşdarî gera dawî ya civînên rêveçûna destûrê dibin an jî li gorî Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a 5+5, pêk hatin. Duh Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a 5+5, ku tê de serokê erkanê ya bi serkêşiya Fermandariya Giştî ya artêş Ebdurezaq El-Nazorî û serokê erkanê ya hikumeta Terablusê Mihemed Hedad hene, bi hev re bûn. Ew yek jî îşaretê bi nêzbûna di navbera fermandariyên leşkerî yên li rojhilat û rojavayê welat de dike."

(ekîb)