ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-06-2022
16 hezîran, 2022   23:00

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişa li ser Şengalê û şermezarkirina xiyaneta PDK'ê meşekê li navçeya Amûdê li dar dixe, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya Şirîketa Nûjiyan a productionê belgefîlmê li ser têkoşîna şehîd Nûjiyan Arhan li hola Serdem a Çandê ya li bajarê Hesekê pêşkêş dike, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Parêzer Xedîce Îbrahîm da zanîn ku pênaseya rast a sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengal ew e ku terorê li hemberî gelan dike, ji ber kiryarên wê bi rêbazê terorîstî tê meşandin û got: “Yek ji madeya herî sereke di zagonên mafên mirovan ên naventeweyî de, parastina ewlehiya giştî ye . Berpirsyariya wê jî NY û Meclisa Ewlehiyê ye.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevan Halit Ermiş diyar kir ku ragihandina azad rastiya şerê li Zapê û binkeftina dewleta Tirk a ku dixwaze veşêre, eşkere kir. Her wiha anî ziman ku bi girtina rojnamevanan nikare rastiyê veşêre. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di rojên dawî de dewleta Tirk a dagirker gef û êrişên xwe li ser Minbicê zêde kirine. Li hemberî van êrişan di gelek boneyan de helwesta eşîrên Ereb, Kurd û Tirkmen derketin pêş ku her destwerdaneke derve di Sûriyê de red kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Firatê, Fewziye Ebdî bang li penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê kir ku vegerin xaka xwe ya resen û rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku wan li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne û got: "Berjewendiya sûriyan ew e ku vegerin warê xewe ne avahiyên mêtîngeriyê".(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kamreya ANHA'yê wêrabûna li gundê Meranaz ya ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker şopand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker ji bo sûcên xwe yên guhertina demografîk li herêmên dagirkirî veşêre, mijara avakirina "herêma ewle" xistiye rojevê. Herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ku nav lê tê kirin herêmên ewle, ji bo çeteyan di serî de çeteyên DAIŞ'ê bûne stargeh. (BI WÊNE).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Vekişîna parlamenterên Tevgera Sedir ji parlamentoyê qonaxeke nû di aloziya siyasî ya li Iraqê de çêkir. Axaftin hene ku dê li şûna wan parlamenterên Çarçoveya Hemahengiyê werin erkdarkirin. Dr. Ciwad El-Beydan anî ziman ku dibe rêveberiya Tevgera Sedir serkêşiya xwepêşandan û muxalefeta nû bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Li Kobanê Mîrhîcana Wêjeyî ya Yekemîn dest pê kir ku dê hefteyekê dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Navenda Astengdaran a Minbicê ji bo piştevaniya astengdaran pêngavek ragihand. Rêveberê navendê Hesyem El-Hemdo got, ew ê bi hevkariya civakê piştgiriyê bidin astengdaran da ku tev li civakê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA