Kongra Star: Sema Yuce xwebûneke azad a tijî cesaret û lehengî ye

Kongra Star şehîd Sema Yuce bi bîr anî û got: " Çalakiya wê hemû  polîtîkayên înkarê yên li dijî vîna gelan û jinan şewitandin û girêdana xwe ya bi îdeolojiya Rêbertî, azadiya jinê re pêk anî.''

Kongra Star: Sema Yuce xwebûneke azad a tijî cesaret û lehengî ye
16 hezîran, 2022   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star Rojava bi boneya salvegera 24'an a şehadeta Sema Yuce daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kongra Star soza domandina têkoşînê da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " Bi boneya bîst û çaremîn a salvegera şehadeta rêheval Sama, em bejna xwe li ber mezinahiya şehadeta wê ditewînin ku di çalakiya xwe ya fedaî de fikirê  jina azada afirandiye. Bedena wê xwebûneke azad a tijî cesaret û lehengiyê ye. "

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şehîd Sema Yuce ji bo ku zincîrên zindanên faşîst ji laşê xwe qut bike, ber bi azadiyê ve biçe û tava ku di fikir û felsefeya Rêbertıyê de cih girtiye yekem pêkaneya pratîkî ya hişmendî û kûrkirina îdeolojiya azadiya jinê bû.

Her wiha got: "Li dijî zihniyeta desthilatdar û li dijî polîtîkayên tinekirinê ku li ser gelê Kurd û bi taybetî mafê jinê tê meşandin û polîtîkaya birçîbûn, koçberkirin û zindankirinê û li derdora Rêbertî û felsefeya jiyana azad xwe kir xelek ji agir."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser polîtîkayên dewleta Tirk  a dagirker û hevkarên wê yên dijî gelên herêmê, êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriy, Şengal û Herêmên Parastinê yên Meydyayê û hate gotin, ev êriş heta roja îro dewam dike, armanc jê cewherê wê derxîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku û berxwedan û çalakiya şehîd Sema ya ku ji mezinahiya şehadet û berxwedana lehengî ya zindanên faşîzmê ji berxwedan Zekiya Alkan, Ronahî û Zîlan girtiye, hemû  polîtîkayên înkarê yên li dijî vîna gelan û jinan şewitandin û girêdana xwe ya bi îdeolojiya Rêbertî, azadiya jinê re pêk anî.

Em weke Kongra Star şehîd Sama bi bîr tînin û berxwedana wê ya leheng silav dikin û ji bo teqezkirina gotina wê ya 'Di heman esman de du roj nabin' em soza berdewamkirina têkoşînê didin. Rêbertî di têkoşînê de ji me re mîrasek dîrokî hiştiye. Ji bo azadiya jinê, ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî û şikandina tecrîdê, ji bo azadiya tevahî giritiyên siyasî yên ku di gîrtîgehên faşîzma Tirk de li ber xwe didin , her wiha li hemberî şerê taybet û tevahî siyasetên qirkirinê berpirsartiyên mezin ên têkoşînê li pêşiya me ne. Em ê têkoşînê dewam bikin heta ku hêviyên şehîdên xwe di aramî û ewlehiyê de pêk bînin."

ANHA