Li Dêrazorê dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin

Li dijî gef û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, li Dêrazorê çalakiya konvendê hate destpêkirin.

Li Dêrazorê dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin
16 hezîran, 2022   15:26
DÊRAZOR

Meclisa Herêma Bakur a Dêrazorê ji bo şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker konê çalakiyê li bajarê Siwer veda. Bi dehan şêniyên bajarokê, di nav de rûspiyên eşîran û endamên saziyên sivî û leşkerî beşdarî çalakiyê bûn.

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya gundewarê rojava ya Dêrazorê Sûada El-Hisên axivî û got: "Armanca dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku qada dagirkeriya xwe li Sûriyê berfireh bike û herêmên dagirkirî tev li Tirkiyê bike. Em bihustekê ji xaka xwe bernadin. Em ê li hemberî Tirkiyê û gefên Erdogan ê li ser herêmên Rêveberiya Xweser li ber xwe bidin. Em jin em ê şer bikin û bi hêzên xwe re ne."

Ji rûspiyên bajarokê Siwer Ebdullah El-Hemîd diyar kir ku rûspiyên Dêrazorê amade ne besiva her êrişan bidin û rê nadin ku dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê gavekê pêşde bavêje.

Ebdullah El-Hemîd li dijî êrişên dagirkeriyê banga yekitiyê li pêkhateyan kir û got: "Li dijî faşîzma dewleta Tirk û çeteyên wê divê Kurd, Ereb û tevahî pêkhateyên herêmê di rêzekê de de herêmê biparêzin."

ANHA