Ji Kombûna Jinan a Zenûbya gavek ji bo pêşxistina aboriya jinan

Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê dest bi berhevkirina genim kir ku li rûbereke 400 donim çandibû. Qezencên berhem dê li sendoqa kombûnê vegere ku bi rêya wê projeyên aborî ji bo jinan veke.

Ji Kombûna Jinan a Zenûbya gavek ji bo pêşxistina aboriya jinan
16 hezîran, 2022   15:59
REQA

Ji projeyên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê, li bakurê Reqayê 400 donim û li gundewarê başûr 70 donim bi genim çandibû.

Endamên nivîsgehê dest bi berhevkirina genim ê li gundewarê bakur çandibû kir û dê di hefteya bê de yê li gundewarê başûr berhev bike.

/ar/uploads/files/2022/06/16/153153_daaa-alhsn.webp

Endama rêveber a projeyên aborî ya kombûnê Dûa El-Hesen anî ziman ku bi armanca destekdayîna projeyên aborî ji bo jinên li Reqayê û pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê genim çandine ku ji bo wan hemûyan fêde ye.

Dûa El-Hesen diya kir ku ew ê qezencên firotina genim bixin sendoqa Kombûna Jinan a Zenbûnya ya Reqayê û got: "Em ê projeyên xwe yên berê mîna firine pêş bixin. Her wiha destekê bidin projeyên biçûk ên jinan wekî sebzeyên havîn û zivistanî."

Ji projeyên din ên kombûna xwendîkirina 250 serî mîh e.

/ar/uploads/files/2022/06/16/153136_jyhan-mhmd.webp

Berdevka Komîteya Aboriya Jinan a Reqayê Cîhan Mihemed diyar kir ku berhemn genim baş e û tevahî bişînin embaran. He wiha got, ev proje dê destekê bide aboriya jinan a Reqayê.

Cîhan Mihemed her wiha anî zmian ku piştî çinîna genim dê 70 donim bi garisê zer biçînin.

ANHA