Têkildarî sîstema nenavendî panelek hat lidarxistin

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi sernavê "Nenavendîbûn" panelek li dar xist.

Têkildarî sîstema nenavendî panelek hat lidarxistin
Têkildarî sîstema nenavendî panelek hat lidarxistin
Têkildarî sîstema nenavendî panelek hat lidarxistin
Têkildarî sîstema nenavendî panelek hat lidarxistin
Têkildarî sîstema nenavendî panelek hat lidarxistin
16 hezîran, 2022   15:12
HELEB

Bi armanca diyarkirina ku sîstema nenavendî beşek ji çarseriya Sûriyê ye û nayê wateya parçekirina Sûriyê, MSD'ê li taxa Şêxmeqsûd panelek li dar xist.

Di panelê de nûnerên partiyên siyasî, kesayetên navdar ên Helebê û endamên saziyên civaka sivîl amade bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Komîteya Têkiliyan a MSD'ê Fatma El-Hesîno axivî.

Fatma El-Hesîno bal kişand ser koka sîstema nenavendî li Sûriyê  û got: "Di qonaxa  damezrandina Sûriyê û danîna yekemîn destûra Sûriyê de ku jê re digotin destûra Feysel, di 8 Adara 1920'an de hikûmeteke sivîl hat avakirin û destûr hat nivîsandin. Destûr ji 170 madeyan pêk dihat, di madeya 27'an de  teqezî li ser sîstema nenavendî dihat kirin."

Fatma diyar kir ku sîstema nenavendî yek ji mafên mirovan e û di peymanên navneteweyî de mafên mirovan bi sîstema nenavendî ve hatiye girêdan.

Her wiha destnîşan kir ku sîstema nenavendî aloziyên aborî û demokratîk çaresr dike û rê li ber krîzan digire û got: "Piştî çend salan ji şer, di navbera pêkhateyan de kêm baweriyek çêbû, sîstema nenavendî çaresriya herî guncaw e."

Piştre beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Siyasetmedar Cemîl Reşîd got: "Pêwîste destpêkê lihevkirineke niştîmanî pêk bê piştre dê gelê Sûriyê li ser sîstema guncaw li hev bikin."

Reşîd diyar kir ku hêzên çalak ên di aloziya Sûriyê de naxwazin gelê Sûriyê li hev bikin û alternatîfa sîstema nenavendî parçebûna Sûriyê ye û ev yek gefeke siyasî û erdnîgarî ye.

Serokê Partiya Guhertin û Ronesansê  Mistefa Qeleçî jî axivî û got: "Sîstema destpotî li Sûriyê piştî ku Cemal Ebdulnasr ji Misirê dest danî ser Sûriyê û Misirê, yekitiya Sûriyê û Misirê gelê Sûriyê parçe kir, cudaxwazan û yekitixwazan armancên xwe pêk anîn."

Serokê Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê Ehmed El-Erec jî got:"Gelek nuqteyên hevbeş di navbera peyman civakî û destûra 2012'an de hene, ji sedî 90 destûra 2012 û peymana civakî nêzîkî hev in, lê mixabin ew destûr li ser erdê pêk nehat."

(şt)

ANHA