Meclisa Girê Spî li dijî planên dewleta Tirk banga yekitiyê kir

Meclisa Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên nêzî eniyên şer û ‎gefên dagirkeriyeke nû li dijî herêmê şermezar kirin û li hember planên ‎dewleta Tirk banga yekitiyê kir. ‎

Meclisa Girê Spî li dijî planên dewleta Tirk banga yekitiyê kir
16 hezîran, 2022   12:16
EYN ÎSA

Daxuyanî li qada Meclisa Kantona Girê Spî ji aliyê cîgirê  Hevserokê kantona Girê Spî Sebrî ‎Nebo ve hat xwendin. Bi dehan endamên sazî û komîteyên kantonê tev li xwendina ‎daxuyaniyê bûn.‎

Di daxuyaniyê de, êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gundewarên Girê Spî û Eyn Îsa ku ‎di encama wê de zirarên madî û windahî çêdibin, hatin şermezarkirin. ‎

Di encama topbaranên vê mehê yên dewleta Tirk a dagirker de li dijî eniyên şer li gundewarên Girê Spî û ‎Eyn Îsayê 7 sivîl û di nav de zarok û jin birîndar bûn, navên wan wiha ne; (Fadî Xelawî, Kewser Hec Xelîl, Mizgîn ‎Hec Xelîl, Ebdulezîz El-Yûsif, Salih El-Taha, Basil Ubêd û Xelîl Ebod Ebdulxenî), li kêlek wê jî gelek zirar bi mal û milkên şêniyan de çêbûn, ji wan jî erebeyek li ser rêya M4. ‎

Ji gundên ku rojane tên topbarankirin ev in; Zenûbiya, Erîda, Qurunful a Jorîn û Jêrîn, Bîr Ereb, ‎Hewalêk, Kobirlek, Mencokê, Qiz Elî, Ebo Heyê, Hoşan, Xalidiyê, Mielek, Seyda, Fatsê û ‎Mişêrfa yên gundewarên Eyn Îsa.‎

Di daxuyaniyê de gefên dagirkeriyeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin şermezarkirin û hat eşkerekirin ku heke ev êriş pêk were wê bi xwe pêleke mezin a koçberiyê li herêmê rû bide.

Meclisê di daxuyaniya xwe de her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ku duh li dijî Meclisa Gel a Sinûnê ya Şnegalê ku di encama wê de şehîd û birîndar çêbûn, şermezar kirin. ‎

Li dijî planên dagirkeriya Tirk ên bi armanca dagirkirina xaka Sûriyê banga yekitiyê û sekna li kêlek QSD’ê hate kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navnetewyî hat kirin ku destwerdanê bike û zextê li ‎dewleta Tirk a dagirker bike ku sûcên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye bisekinîne, ji herêmên dagikirî were derxistin ku koçber bi ewle vegerin warê xwe.‎

(dm)

ANHA