​​​​​​​Ji bin konê 'Fezet Eşair': Em bihosteke axa xwe ji kesî re nahêlin

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê diyar kir ku ew bi rêya konê ‘Fezet Eşair’ piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan didin. Beşdarên çalakiyê bang li gelê Sûriyê kir ku li dijî gefên li ser xaka Sûriyê hevgirtina xwe ava bikin.

​​​​​​​Ji bin konê 'Fezet Eşair': Em bihosteke axa xwe ji kesî re nahêlin
16 hezîran, 2022   12:14
REQA-EHMED ESAF

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî li dijî gefên artêşa Tirk nerazîbûnên xwe tînin ziman. Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê sêşema derbasbûyî konê çalakiyê vegirt û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, piştgiriya xwe bi QSD`ê re nîşan da.

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê ji bin konê “Fezet Eşair” de nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin û îşaret bi xetereya timayên dewleta Tirk a dagirker kir û li ser planên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî dan.

Rûspiyê eşîra El-Hews, şêx Deham Şiblî wiha got: "Em êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û dibêjin, li dijî derxistina mêtingerê Tirk em ewladên eşîran û bakurê Sûriyê li kêleka hêzên xwe QSD`ê ne û rê nadin wan xaka me dagir bikin."

Şiblî wiha axaftina xwe dewam kir: "Bi armancên xwe yên me di pêvajoya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dest xistine û li ser banga eşîran, me ev kon vegirtiye. Eşîran bêyî vexwendin bang bi cih anî û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker teqezî bi hevgirtinê kir."

Şiblî bal kişand ser helwesta eşîran û wiha dewam kir: "Eşîr dev ji piştgiriya QSD`ê bernadin, ji ber ku QSD`ê em ji terorê rizgar kirin. Em bang li gelê Tirkiyê dikin ku li dijî zordestên li ser hikumê bisekinin. Em bang li NY`yê û dewletên garantor jî dikin ku sînorekî ji êrişên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê re deyne."

Rûspiyekî eşîra El-Evadile, şêx Mişlib Derwîş jî got: "Ji bin konê çalakiyê em piştgiriya xwe ji rêveberiya xwe ya xweser û QSD`ê û Meclisa Sûriya Demokratîk re nîşan didin. Her wiha ji birayên xwe yên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê re dibêjin, em bi wan re û em ê li dijî her projeyeke dewleta Tirk ya li vê herêmê bisekinin."

Mişlib Derwîş da zanîn ku ev kon bawerî û biratiya gelan xurttir dike û wiha got: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê destek in û bi hemû awayan dagirkeriya Tirk red dikin."

Mişlib Derwîş îşaret pê kir ku dewleta Tirk xeter e, ji ber ku gefan li hebûna gelên herêmê dixwe û hewl dide demografiya herêmê biguherîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû sûrî dê yekdest bin û em bihosteke axa xwe ji kesî re nahêlin."

(eh)

ANHA