Emîne Omer: Dewleta Tirk dixwaze planên xwe yên mêtîngeriyê li herêmê pêk bîne

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker mijûlbûna cîhanê ya bi şerê Rûsya-Ukraynayê re bi kar tîne da ku xaka Sûriyê dagir bike û planên xwe yên mêtinger pêk bîne. Emîne Omer da zanîn ku li hember van êrişan dê QSD li ber xwe bide.

Emîne Omer: Dewleta Tirk dixwaze planên xwe yên mêtîngeriyê li herêmê pêk bîne
16 hezîran, 2022   12:39
MINBIC

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi jinên siyasetmedar û rewşenbîrên bajarê Minbicê û gundewarên wê re civiya. MSD`ê di civînê de behsa gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser û bandora wan li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê kir.

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer di civînê de îşaret bi geşedanên dawîn ên siyasî yên li herêmê kir û got: "Di qada cîhanê de hevsengiyên nû hene, şerê Rûsya-Ukraynayê ji hemû aliyên siyasî, aborî û leşkerî ve bandorê li rewşa cîhanê dike."

Emîne Omer diyar kir ku civata navneteweyî bi sedema mijûlbûna şerê Rûsya-Ukraynayê, dosyaya Sûriyê paşguh dike, ev jî nîşaneya aloziya Sûriyê ye.

Emîne Omer destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker vê mijûlbûnê bi kar tîne û dixwaze xaka Sûriyê dagir bike, her wiha li herêmê planên xwe yên mêtinger pêk bîne.

Hevseroka MSD`ê bal kişand ser rewşa AKP`ê û wiha dewam kir: "Partiya AKP`ê hewl dide di hilbijartinên bê de bi ser bikeve, lewma valahiya siyasî bi kar tîne û ji bo krîza xwe ya hundirîn veşêre, berê xwe dide xaka Sûriyê û dixwaze di hilbijartinan de dengan qezenc bike."

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Omer ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk dixwaze hîn zêdetir herêmên me dagir bike, lewma her tim gefên nû li dijî herêmê dixwe, lê em ê rê nedin van êrişan û bi armanca têkbirina van êrişan piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin."

(eh)

ANHA