Rêveberiya Xweser rêya vegerandina axa dagirkirî û çareskirina aloziya Sûriyê ye

Gelek aliyan destwerdana aloziya Sûriyê kir, lê di dîtina çareseriyekê ji vê aloziyê re bi bin ketin ji ber ku berjewendiyên xwe dan pêş. Lihevkirin û peyman li ser hesabê gelê Sûriyê li dar xistin û li bermaber wan bazar li ser bajarên Sûriyê kirin. Gelek siyasetmedaran, diyar kirin ku Rêveberiya Xweser rêya vegerandina axa dagirkirî û çareskirina aloziya Sûriyê ye.

Rêveberiya Xweser rêya vegerandina axa dagirkirî û çareskirina aloziya Sûriyê ye
16 hezîran, 2022   03:20
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Li gel alozî û tevliheviya li Sûriyê, projeya Rêveberiya Xweser destkeftiyeke mezin  ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rêveberiyê, gelek herêm ji şerên ku welat wêran kirin, parast û ewlehî û aramî lê pêk anî.

Heke Rêveberiya Xweser bê naskirin, dê ev yek bandor û guhertineke mezin di Sûriyeya pirreng de çêbike. Ev proje, nîştimanî ye û hemû sûriyan hemêz dike. Ji bo avakirina Sûriyeya nenavendî, yekgirtî û bi civaka xwe ya pirreng xurt, hewl dide çareseriyeke demokraîtk bi pêş bixe.

Rêveberiya Xweser ji bo destxistina Sûriyê ji tonela tarî ya aloziyê, çareserî pêşkêş kirin. Ev çareserî bi diyalogê di navbera sûriyan de bêyî destwerdana derve diyar kir. Lê destwerdana gelek dewletan di aloziyê de hişt ev yek pêk neyê. Ew dewlet naxwazin aloziya li welêt çarser bibe.

'RÊYA ÇARESERIYE DI RÊVEBERIYA XWESER RE DERBAS DIBE'

/kr/uploads/files/2022/06/15/191014_-1.webp

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Tensîq Watanî-Tevgera Guhertina Demokratîk Elî Seed diyar kir ku Rêveberiya Xweser di hemû civînan de diyar kir ku rêya çarserkirina aloziya Sûriyê di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pêkan e û wiha domand: “Dema em dibêjin Sûriyeya nenavendî, ew navenda hişk ku zordestiyê dike dikeve destê şêniyan û pêkhateyên Sûriyê, Sûriye li dijî parçebûnê dibe yek.”

Seed bi xîr xist ku dewletên destwerdana Sûriyê kirin, gelek civîn li dar xistin mîna Riyad, Qahîra, Cinev, Soçî û herî dawî komîteya destûrî û wiha pê de çû: "Lê yek ji wan bi ser neket. Ji ber li ser bazar, kirêkirin û îstîsmarkirina axa Sûriyê li ser hesabê koçberkirina sûriyan li hev kirin. Ev civînên ku Rûsya, Îran, Tirkiyê û Amerîka lê beşdar bûne û sûrî jê hatin dûrxistin, teqez bi ser nakevin ji ber nûnerên rastîn ên gel hatin paşguhkirin.”

Seed bal kişand ser bangewaziyên Rêveberiya Xweser û got: “Tevî wê jî, lê ji civînên têkildarî pêşeroja çareseriyê li Sûriyê hat dûrxistin. Ji ber wê bi ser nakevin û dê bi binkevin. Vaye komîteya destûrî ku bi sponseriya Rûsya, Tirkiyê û Îranê civînên xwe li dar dixe, civîna xwe 8`an li dar xist lê bêyî ku bigihêje çareseriyekê û nakokî li ser serwer bû.”

BINKEFTINA CINEVÊ

Seed îşaret pê kir ku diviyabû, herî kêm di komîteya destûrî de, nûnerên Sûriyê hebûna. Ji ber wê çaresnûsa van civînan dê her tim binkeftin be, ji ber nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya danûstandinan hatine dûrxistin.

'RÊVEBERIYA XWESER CUDABÛNÊ RED DIKE'

Elî Seed diyar kir ku yên îdia dikin Rêveberiya Xweser rêveberiyeke kurdî ye û dixwazin ji welêt cuda bibe û dewleteke kurdî ava bike, xeyal dikin û teqez kir ku hemû berpirsên Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û meclisa wê ya siyasî (MSD) cudabûnê bi tundî red dikin û armanca wan, Sûriyeya yekgirtî ye.

'ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ NE LI DERVE YE'

/kr/uploads/files/2022/06/15/191033_-1.webp

Sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas têkildarî mijarê wiha got: “Pirsgirêk li derve nayên çareserkirin, çareserî li Şamê ye. Nûnerên pêkhateyên Sûriyê xwediyê vê pirsgirêkê ne. Pirsgirêka Sûriyê li Soçî, Cinev, Riyad û hwd çareser nabe. Sûrî xwediyê vê pirsgirêkê ye heke rejîmê ji çareseriyê re amade be.”

Ebas wiha pê de çû: “Ji ber hêzên li Sûriyê, naxwazin aloziya Sûriyê çareser bibe, tecrube û projeya Rêveberiya Xweser li ser berjewendiyên xwe xeter dibînin û planan li dijî wê pêk tînin. Ji bo reşkirina rêveberiyê û nîşandana wê ku dixwaze ji Sûriyê qut bibe, êriş û hemle li dijî wê berdewam in. Ruxmî ku ev tecrube yekitiya Sûriyê û axa wê parastiye.”

Ebas diyar kir ku ne gengaze rewşa Sûriye vegere beriya 2011`an û nirxandina xwe wiha domand: “Ji ber desthilata wê demê li ser paşguhkirina kêmneteweyan, olan û baweriyan ava bûbû. Xwedî li alekê, zimanekî û çandekê derdiket. Ji ber wê îro ji her demê bêtir Sûriye nêzî pêkanîna modela Rêveberiya Xweser li tevahiya axa Sûriyê bûye da ku hemû, mafên xwe yên çandî, zimanî û olî bi dest bixin.”

'BI SAYA RÊVEBERIYA XWESER SÛRIYA NEHAT PARÇEKIRIN'

Der barê girîngiya naskirina Rêveberiya Xweser de endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Tensîq Watanî-Tevgera Guhertina Demokratîk Elî Seed got: “Pêkhateyên herêmê di bin sîwana vê tecrubeya demokratîk a sûrî de kom bûn ku fikrê parçebûnê red dike. Bi saya vê rêveberiyê, Sûriye parçe nebû. Ji ber wê Rêveberiya Xweser beşek ji Sûriyeya yekgirtî ye.”

'DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER WERE NASKIRIN'

Elî Seed destnîşan kir ku divê Rêveberiya Xweser bê naskirin û wiha got: “Ji ber ku ev rêveberî, beşek ji Sûriyê ye. Armanca me Sûriyeya demokratîk a nenavendî, pirrengî û parlamentoyî ye ku hemû sûriyan hemêz dike. Em armanc dikin ku ev tecrube li tevahiya erdnîgariya Sûriyê pêk were.”

'RÊVEBERIYA XWESER JI SÛRIYÊN RESEN PÊK TÊ'

Seed destnîşan kir ku rêjeya herêmên Rêveberiya Xweser ji sedî 30 ji erdnîgariya Sûriyê ye, pêkhateyên gelê Sûriyê lê dijîn, ew sûriyên resen in û kesek nikare li ser welatparêzîbûna wan tiştekî bibêje, ew li dijî cudabûnê û parçekirina Sûriyê ne û wiha berdewam kir: “Lê mixabin, guh nade vê yek. Ji ber wê Astana bi bin ket. Ji ber mîna van mijaran tê de nehatin nîqaşkirin.”

Seed îşaret bi hewldanên rêgirtina li pêşiya parçebûnê kir û got: “Di destpêkê de gelek aliyan israr kir ku Sûriye bê parçekirin. Lê dema Rêveberiya Xweser pêşniyar kir şênî herêmên xwe, xwe bi xwe bi rêvebibin, ew li dijî parçekirina welêt sekinî. Divê xelk pê bihese û fêm bikin ku ev proje li ser asta Sûriyê serkeftî ye.”

Sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas balkişand ser girîngiya Rêveberiya Xweser û got: “Avakirin û hembûna wê, girîngiyeke mezin da mijara welatparêziyê li Sûriyê. Gelek pêkhateyên li Sûriyê, paşguhkirî bûn û hatibûn helandin. Cihê me kurdan di vê dewletê de nîn bû.”

'HEKE RÛSYA Û ÎRANÊ NEBÛNA HIKUMETA ŞAMÊ DÊ RÊVEBERIYA XWESER NASKIRIBA'

Mihemed Ebas îşaret bi astengiyên li pêşiya naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê hikumeta Şamê ve derdikevin kir û got: “Ji ber hebûna hêzên derve li ser axa Sûriyê, rejîma Sûriyê Rêveberiya Xweser û mafên kurdan nas nekir. Hebûna Îran û Rûsya li rex rejîmê li pêşiya vê yekê bûye bend. Rûs naxwaze hikumeta Şamê tu lihevkirinekê yan jî tevgereke yekalî bêyî agahiya wê, bike.”

NAXWAZIN ALOZÎ BI DAWÎ BIBE

Li gorî Ebas, Rûsya û Amerîkayê naxwazin alozî bi dawî bibe, ji ber bidawîbûna wê tê wateya dem hatiye ku ji axa Sûriyê derkevin, ew naxwazin alozî bi dawî bibe ji ber berjewendiyên wan bi lihevkirinên navneteweyî ve li Sûriyê girêdayî ne. 

Ebas eşkere kir ku di destpêka aloziya Sûriyê de, partiyan muzekereyek û çareserî ji hikumeta Şamê re pêşkêş kirin di nav de şer ne çareserî ye hebû û wiha domand: “Me pêşniyar kir ku em li ser maseyekê rûnin, rewşa li welêt binirxînin û aloziyê çareser bikin. Şertê me jî ew bû ku artêş vekişe baregehên xwe. Lê ev mijar ne li gorî hikumetê bû ku xeta şer pejirand.”

PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ DIYAR IN

Ebas diyar kir ku dema diçûn Şamê ji bo danûstandinê bi rejîmê re bikin, rejîma wisa li wan dinêrî ku helwesta wan zaîf e û wiha berdewam kir: “Pêşniyarên me ji bo çareseriyê diyar in, em nahêlin xwîna şehîdan vala biçe. Em dev ji mafên gelê xwe û pêkhateyên herêmê bernadin.”

Girêdayî rola Rêveberiya Xweser di çareserkirina aloziya Sûriyê de, Ebas diyar kir ku çareseriya sereke li Sûriyê di rêveberiyeke demokratîk a pirrengî û nenavendî de nixumandî ye ku a mafên kêmneteweyan, olan, Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Asûr misoger dike.

'YÊN ÇARESERIYAN Û DIYALOGÊ RED DIKIN, CUDABÛNÊ Û PARÇEKIRINA SÛRIYÊ DIXWAZIN'

Ebas ev li gotinên xwe zêde kir: “Em li dijî parçekirina Sûriyê ne. Yê li ser maseya diyalogê rûnene, çareseriyan û diyalogê red bike, ew e ku cudabûnê û parçekirina Sûriyê dixwaze. Yên hewl didin Sûriyê dagir bikin û parçebikin, dê Rêveberiya Xweser li pêşberî wan bibînin.”

/kr/uploads/files/2022/06/15/190955_-1.webp

Girêdayî heman mijarê seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Rûken Mele Îbrahîm dîroka avakirina rêveberiyên xweser û sivîl piştî rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê bi bîr xist û got: “Destpêka yekemîn a Rêveberiya Xweser li Cizîr, Efrîn û Kobanê sala 2014`an bû. Piştî rizgarkirina Reqa, Tebqa û Minbicê ji çeteyan avakirina rêveberiyên sivîl hate ragihandin, piştre avakirina rêveberiyeke hevbeş a koordînekirî di navbera hemû rêveberiyan de hate ragihandin.”

Rûken Mele Îbrahîm bang li civata navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin û wê wek vegerandina qenceyê ji şehîdan re bibîne ku ji bo xilaskirina cîhanê ji DAIŞ`ê canê xwe feda kir.

Parlamentoya Katalonyayê di 20`ê Cotmeha 2021`an de li ser asta siyasî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir û Rêveberiya Xweser ev gav bi pêşketineke berçav bi nav kir ku rastbûna rêgez û projeya wê wek çareseriyekê ji aloziya li welêt re û rêya yekirin û hevgirtina gelên wê, teqez dike.

MOHRA JINAN

Her wiha Seroka Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm têkildarî rola jinan di Rêveberiya Xweser de wiha axivî: “Jinan mohreke diyar li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê xist. Hîna bi heman giyanê têkoşer ji bo naskirina Rêveberiya Xweser kar dike. Vê rêveberiyê, mafên jinan bi rêya pergala hevserokatiyê di hemû deste, sazî û nivîsgehên xwe de misoger kirin.”

Rûken fedakariyên mezin ên jinan silav kirin ku di oxira bidestxistina mafên jinan de dane û got: “Bi saya berxwedan û îradeya jinan, pergala hevserokatiyê hate ragihandin ku yek ji bendên sereke ya projeya neteweya demokratîk e.”

'NASKIRINA RÊVEBERIYA XWESER VEGERANDINA AXA DAGIRKIRÎ HÊSANTIR DIKE'

Rûken Mele Îbrahîm balkişand ser nîqaşên ku diplomatan bi hempîşeyên xwe yên li derve re çêdikin têkildarî pêwîstiya naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê civata navneteweyî ve got: “Ev yek dê vegerandina axa dagirkirî hêsantir bike û sekna li hember gefên dewleta Tirk a dagirker xurttir bike. Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji Sûriyê ye. Em naxwazin bêjin, em hikumeteke serbixwe ne yan jî rêveberiyeke serbixwe ne lê belê em beşek nayê parçekirin ji Sûriyê ne.”

Seroka Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike da ku di nav ewlehiyê de bin û got, projeya Rêveberiya Xweserçareseriya herî guncew a aloziya Sûriyê ye.

(şx)

ANHA