​​​​​​​Krîza siyasî ya li Iraqê bi rêya hilbijartinan çareser nabe -Rauf KARAKOÇAN

​​​​​​​Krîza siyasî ya li Iraqê bi rêya hilbijartinan çareser nabe -Rauf KARAKOÇAN
16 hezîran, 2022   00:26

Hilbijartinên parlamentoyê yên Iraqê dîsa hatin serî. Mistefa Kazimî ku di 7'ê Gulana 2020'an de hat ser desthilatê, biryar da ku di 31'ê Tîrmeha 2020'an de hilbijartin were kirin. Li gorî vê biryarê, diviyabû hilbijartin di 6'ê Hezîrana 2021'an de pêk bihatana. Dema roja hilbijartinê hat, ji ber nakokiyên navxweyî 4 mehên din hatin taloqkirin. Di hilbijartina parlamentoyê de ku 10'ê Cotmeha 2021'an bi tevlêbûneke kêm a ji sedî 41'ê pêk hat, tevgera Muqteda El-Sadr bi 73 kursiyan ji 329 kursiyên li parlamentoyê piranî bi dest xist. Li gorî encamên fermî yên hilbijartinê, Partiya Taqaddûm a bi serkêşiya Mihemed Halbûsî ya sunnî 37 kursî, Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya Nûrî El-Malîkî ya şîe 31 û PDK’ê jî 31 kursî bi dest xistin. Tevgera Fetih a alîgirê Îranê jî gelekî ji hêzê ket û tenê 17 kursî bi dest xistin ku di hilbijartinên beriya wê de 47 kursiyên wê hebûn.    

ÎSTÎFAYA KOMÎ YA TEVGERA SADR; RÊ LI BER HILBIJARTINÊN NÛ VEBÛ

Hilbijartinên Iraqê her dem bi şik û guman bûne. Îtîrazên li dijî gendeliya têkildarî arîtmetîka parlamentoyê ya di hilbijartina dawîn balkêş bûn. Hikumeta Kazimî ku di encama xwepêşandanên girseyî yên sala 2019'an de ji ber krîza aborî û siyasî ava bû, dê rê li ber avabûna hikumeta nû vekira û bi vî rengî li welêt hilbijartinên serokkariyê pêk bihatana. Lê krîza siyasî ya li Iraqê neqediya û bi ser de jî kûrtir bû. Parlamentoya ku nû hatiye avakirin jî nekarî hikumetê ava bike û danişîn hatin boykotkirin û serokkomar jî nehate hilbijartin.

Ji ber ku partiyên sunnî, şîe û Kurd di nava xwe de parçe bûne, tifaqên ku dê piraniyê ava bikin, nikarin ava bibin û hikumeteke koalîsyonê ava nabe. Ji ber vê sedemê parlamenterên Tevgera Sadr ku piraniya parlamentoyê di destê wan de ye, bi girseyî îstîfa kir û rê li ber hilbijartineke nû vekir.

TIRKIYE Û ÎRAN SEDEMÊN SEREKE YÊN KRÎZÊ NE

Her çend bêaramiya siyasî ya li Iraqê ji ber parçebûna sunnî, şîe û Kurdan a navxweyî be jî, sedemên sereke yên krîzê Tirkiye û Îran in. Jixwe pirsgirêkên pir cidî yên aborî û gendeliyê gel ji jiyana xwe bêzar kiriye. Iraq ji bo hêzên derve bûye qada lîstikê û ne di wê pozîsyonê de ye ku bi hilbijartinan krîzên xwe yên siyasî û aborî çareser bike. Heta ku siyaseta girêdayî Tirkiye û Îranê neyê terikandin, hilbijartin dê nebin çareserî.

Tirkiyê bi PDK'ê re hewl da li Iraqê bibe lîstikvaneke sereke. Bi hewldanên dagirkirinê yên bi hinceta PKK'ê, dixwaze bandora xwe ya leşkerî ya li ser herêmê zêde bike û li aliyê din jî di siberoja siyasî ya welêt de bibe xwedî gotin. Di hilbijartinên serokkomariyê yên Iraqê de diyarkirian namzetekê bi destê PDK'ê, ne li gorî meylên siyasî bû. Di tifaqa YNK û PDK'ê de diviyabû serokkomarî ji YNK'ê te bima û serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê jî ji PDK'ê re bima. Ev peyman ji aliyê PDK'ê ve hat binpêkirin. Bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya tawanbarkirina namzetê PDK’ê Hoşyar Zêbarî bi gendeliyê, namzetiya wî hate betalkirin. Tirkiyê bi awayekî vekirî desteka xwe ji devê Erdogan got “bi hilbijartina serokkomariyê re dê her tişt baştir bibe" û hilbijartin ji bo xwe wek xêrekê dîtibû.

KRÎZA SIYASÎ TEQEZ E

Têkiliyên Tirkiye-PDK'ê di asteke stratejîk de ne. Dema ku peymanên enerjî, gaz û petrolê tevlihev bûn, bersiva ji Îranê jî dereng nema. Îran jî li Iraqê bi milîsên Heşdî Şebî re hêzeke mezin a leşkerî ye. Komên şîe yên alîgirên Îranê li parlamentoyê xwedî gotin in. Ji bo vê jî hevsengiyeke siyasî heye ku DYA, Îsraîl, NY û welatên YE'yê jî di nav de hene. Di vê hevkêşeyê de krîza siyasî teqez e.

Partiyên ku hikumetê ava dikin jî xwedî komên çekdar in. Bi tena serê xwe nebin desthilatdar jî, ev partiyên ku li ser hikumetên wekî yên Kazimî xwedî bandor in, ku ji derve piştgiriyê didin wan, siyasetê di bin kontrola xwe de dihêlin. Li ser siyasetê îpoteka wan heye û li gorî kêfa xwe hikumetan bi kar tînin. 

Bûyera Şengalê jî di encama vê tevliheviyê de ket rojevê. Her çendî sedema êrişa hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê bi rengekî vekirî neyê gotin jî, ji bo ku bandora Heşda Şebî û YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) were şikandin, êrişên hevpar ên PDK, DYA, NY, Îsraîl û welatên YE'yê bûn. Bi kurtasî li Şengalê tifaqek li ser navê Îran û PKK'ê wek hincetek ji bo êrişê tê bikaranîn.

DESTWERDANA HÊZÊN BIYANÎ IRAQÊ BÊTIR BER BI ALOZIYÊ VE DIBE

Li Iraqê ku îradeya siyasî lê tune ye û kursiyên parlamentoyê bi pereyan tên kirîn û firotin, mîsogerkirina aramiya siyasî gelekî zehmet e. Ji ber ku gelê Iraqê ku bi gaz û petrolê dewlemend e, bi hilbijartinan bawer nake û bi her hilbijartinê re rêjeya beşdariyê kêmtir dibe. Tevî ku xwepêşandanên li dijî hikumetê bi mehan dewam kirin jî, encameke cidî bi dest neket. Parçebûna avaniya siyasî, zîhniyeta heyî, destwerdanên hêzên derve bi taybet Tirkiye û Îranê, Iraqê ber bi nediyariyeke mezintir ve dibin.

Lê belê modela rêveberiyê ya li Şengalê hat avakirin, dibe ku ji bo siberoja Iraqê modeleke gelekî girîng be. Tevkariya gelan û mafê temsîliyeta di rêveberiyê de, şêwaza xwebirêvebirinê, xweparastin, demokrasî û însiyatîfên azadiya jinan, tekane rê û rêbaz in ku pirsgirêkên Iraqê çareser bikin. Ne mimkun e ku pirsgirêkên civakî yên heyî bi rêbaza siyasî ya berê çareser bibin. Di hilbijartinên nû jî jixwe pêkan e ku mirov bibêje heta ku têgihiştin û zîhniyet neguhere, bi hilbijartinan tiştek naguhere.