​​​​​​​'Em hemû dê bibin şervan û li hember êrişên Tirkiyê bisekinin'

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Minbicê gefên dewleta Tirka dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û gotin berpirsyariya parastina herêmê erka tevahiyan ne.

​​​​​​​'Em hemû dê bibin şervan û li hember êrişên Tirkiyê bisekinin'
16 hezîran, 2022   00:45
MINBIC-SELWA EBDUREHMEN

Eşîrên bajarê Minbicê roja Sêşemê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li dijî herêmê daketin qadan û êriş şermezar kirin.

Rûspiyan li ser mijarê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Rûspiyê eşîra El-Xanim El-Welde El-Bû Şebaan, Omer El-Xanim anî ziman ku ew gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê red dikin ku ewlehî û aramiya herêmê dike hedef.

Omer El-Xanim got, dewleta Tirk bi van gefan hewl dide rêxistinên terorîst mîna Cebhet El-Nesra û çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve vegerînin herêmê.

El-Xanim di axaftina xwe de îşarest bi helwesta rûspiyên eşîrên herêmê kir û got: "Em li dijî destwerdana dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê me ne û em hemû dê bibin şervan û li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin."

El-Xanim destnîşan kir ku li herêmê ewlehî, aramî û demokratî heye ku dema pergalên berê de nîn bûn.

Omer El-Xanim anî ziman ku ew bi hêzên leşkerî re yek in amade ne li hember êriş û gefên li dijî aramî û ewlehiya herêmê bisekinin.

Rûspiyê eşîra El-Bobene, şêx Xalid El-Ecûr diyar kir ku êlên Minbicê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker in û got: “Eşîrên Minbic gotin " Ji dagirkeriyê re, Na", " Em li dijî şer in" û" Em bi aştiyê re ne û li dijî teslîmetiyê ne."

El-Ecûr diyar kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker di radeya yekemîn de mêtingerî ne. Her wiha anî ziman ku parastina Minbicê erkê şêx, rûspiyên eşîran û pêkhateyên herêmê ye û divê bi hêzên leşkerî re li hember gefan û êrişên dewleta Tirk re bibin yek.

(dm)

ANHA