ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-06-2022
15 hezîran, 2022   23:00

-Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê pêşbirka hespan li bajarokê Giranîc li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvendê ya ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirka  dagirker, ku ji aliyê Kongreya Îslama Demokratîk ve li bajarê Qamişlo hatiye lidarxistin, di roja duyemîn de didome, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star semînerekî li ser jiyana şehîd Sema li navenda xwe ya li navçeya Amûdê organize dike, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star bi semîrekê şehîd Sema li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi bîr tîne, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star ji bo bîranîna şehîd Sema civînekê li navenda Baqî Xido ya bajarê Kobanê li dar dixe, saet 10:00'an.

- Ciwanên PYD'ê ya herêma Firatê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên herêma Cizîrê diyar kir ku çawa ku di komploya navdewletî de rêber Abdullah Ocalan ji aliye hêzên serdest ve hate dîlgirtin, niha jî bi heman awayî li ser Rojavayê Kurdistanê û axa Sûriyê ev hêz şerê wekaletê didin meşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Qamişlo i piştgiriya xwe bi ji QSD'ê re anîn ziman û destnîşan kirin ku ji bo têkbirina êrişên dagirkeriyê wan berxwedana gel ji xwe esas girtiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina ava Firatê li ser Sûriyê tevahî pîvanên mirovahî dixe xeteriyê û gefê li jiyana bi milyonan sûrî dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên Minbicê gefên dewleta Tirka dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û gotin berpirsyariya parastina herêmê erka tevahiyan ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gel bêxemiya rêxistinên mirovî, Rêveberiya Kampa Girê Spî hewl dide derfetên kar û pêdiviyên sereke ji koçberan re peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Niştecihên bajarê Babê yê dagirkirî ji ber sûcên rojane yên li dijî wan pêk tên zehmetiyan dikişînin ji ber ku ewlehî û aramî li wir tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Apê Îbrahîm Osê li mala xwe ya ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker wêran bûye dinêre û dibêje: "Em keda emrê xwe didin da ku ji xwe û zarokên xwe re ava bikin û dewleta Tirk bi topên xwe tişta ku me avakiriye dihilweşîne." Her wiha teqez kir ku dê li ser xaka xwe bimînin û dê ji dewleta Tirk a dagirker re nehêlin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Ji ber gelek sedeman, gelek jin ji mafê fêrbûna xwendin û nivisnadinê bê par mane. Malbenda Heleb a Rewşenbîrî ji bo van jinan dewreyên fêrbûna xwendin û nivisnadinê vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Gelek aliyan destwerdana aloziya Sûriyê kir, lê di dîtina çareseriyekê ji vê aloziyê re bi bin ketin ji ber ku berjewendiyên xwe dan pêş. Lihevkirin û peyman li ser hesabê gelê Sûriyê li dar xistin û li bermaber wan bazar li ser bajarên Sûriyê kirin. Gelek siyasetmedaran, diyar kirin ku Rêveberiya Xweser rêya vegerandina axa dagirkirî û çareskirina aloziya Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke din a sîxuran deşîfre kir. Di mikurhatinên sîxuran de planên êrişên hevpar û komkujiyan ên MÎT, ENKS û DAIŞ’ê derketin holê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Feleknas Uca Meşa Gemlîkê û peyamên ku jê derketine nirxandin û got: "Çareserkirina pirsgirêka kurdî di destê birêz Ocalan de ye". Feleknas Uca bang li gelê Kurdistanê kir ku li hemberî tecrîdê têkoşînê xurt bikin û serî hildin. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Hilbijartinên parlamentoyê yên Iraqê dîsa hatin serî. Mistefa Kazimî ku di 7'ê Gulana 2020'an de hat ser desthilatê, biryar da ku di 31'ê Tîrmeha 2020'an de hilbijartin were kirin. Li gorî vê biryarê, diviyabû hilbijartin di 6'ê Hezîrana 2021'an de pêk bihatana.

ANHA