​​​​​​​Li Qamişlo û Hesekê qurbaniyên komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn

Xiristiyanên li Qamişlo û Hesekê qurbaniyên komkujiya Sêfo bi bîr anîn.

15 hezîran, 2022   20:35
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê li dêra Ezra a suryanên artadoks ya li taxa Nasra tev li merasîna bîranîna salvegera 107`an a komkujiya Sêfo bû ku li dijî gelê suryanî, asûrî û keldanî pêk hat. Merasîm bi dirûşma “Em dixwazin civata navneteweiyê komkujiya Sêfo nas bikin” hate lidarxistin.

Di merasîmê de, endamên Meclisa Kantona Hesekê, Partiya Yekitiya Suryan, nûnerên partiyan, gelek sazî û meclis amade bûn.

Di merasîmê de hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm axivî û got: “Piştî sed û heft salan em şehîdên vê komkujiyê bi bîr tînin.”

Bersûm wiha domand: “Bi vê boneyê, em bang dikin ku ev komkujî were naskirin.”

Paşê berpirsê Komeleya Çandî ya Suryan Îbrahîm Edmo û helbestvan Miryem helbest vegotin.

Dûre sînevizyonek têkildarî komkujiyê hate pêşendan.

Di dawiya merasîmê de mûm li qada dêrê hate vêxistin.

QAMIŞLO

Li Qamişlo, Partiya Yekitiya Suryan bi vê boneyê, merasîmek li hola Mar Kedraîl a Qamişlo  li dar xist.

Metranê Cizîrê Mar Morîs Amsîh, nûnerên saziyên suryanî, Rêveberiya Xweser, partiyan, rêxistinên civaka sivîl û olî, bi sedan şêniyên bajêr û pêkhateyên wê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevseroka Partiya Yekitiya Suryan Nazîra Gewriye axivî û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn.

Nazîra Gewriye wiha domand: “Ji destpêka damezirandina partiyê ve, me vegerandina mafên xwe kiriye doza xwe ya sereke. Heke ev komkujî li ser asta navneteweyî ve neyê naskirin gelê me nikare jiyeneke nû bijî.”

Paşê helbestvan Mîşel Hena Fîlo helbest vegotin, dûre şanoyek û sinevizyonek têkildarî komkujiya Sêfo hate pêşendan.

Her wiha di merasîmê de metranê Cizîr û Firatê Mar Morîs Amsîh axivî û got: “Em vê komkujiya hovane ji bîr nakin ku osmaniyan li dijî me pêk anî. Îro dewleta Tirk jî li seranserî sînor, heman komkujiyan pêk tîne.”

(şx)

ANHA