Jinên ciwan bi meşeke meşalayî dagirkerî şeremzar kir û berxwedana gerîla silav kir

Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşeke meşaleyî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Jinên ciwan bi meşeke meşalayî dagirkerî şeremzar kir û berxwedana gerîla silav kir
Jinên ciwan bi meşeke meşalayî dagirkerî şeremzar kir û berxwedana gerîla silav kir
Jinên ciwan bi meşeke meşalayî dagirkerî şeremzar kir û berxwedana gerîla silav kir
Jinên ciwan bi meşeke meşalayî dagirkerî şeremzar kir û berxwedana gerîla silav kir
Jinên ciwan bi meşeke meşalayî dagirkerî şeremzar kir û berxwedana gerîla silav kir
Jinên ciwan bi meşeke meşalayî dagirkerî şeremzar kir û berxwedana gerîla silav kir
Jinên ciwan bi meşeke meşalayî dagirkerî şeremzar kir û berxwedana gerîla silav kir
15 hezîran, 2022   19:44
HELEB

Bi pêşengtiya ciwanan, şêniyên taxa Şêxmeqsûdê li pêşiya hola civînan a li beşa rojava ya taxê kom bûn. Şêniyan alên Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û meşale hildan.

Her wiha beşdaran pankartên bi nivîsên bi dirûşmeya “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" û "Kurdistan dê bibe goristana dagirkeran” vekirin.

Meş bi avêtina siloganên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bimire dagirkerî û xiyanetî” dest pê kir. Şêniyan li nav kolanên taxê geriyan, piştre berê xwe dan çerxerêya Şehîd Destîna ya li beşa rojhilat a taxê.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, endama Yekitiya Jinên Ciwan Sarya Mihemed wiha anî ziman: “Dewleta Tirk a dagirker gelê Kurd dike armanc ji bo wî tune bike, êrişên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca dagirkirinê ne.”

Sarya Mihemed wiha domand: “Em ê li dijî van êrişan bisekinin, ti carî li hember dijmin bêdeng nemînin û em ê xaka xwe ji êrişan biparêzin, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me ti carî îrade û hêza me têk nabin.”

Sarya Mihemed bang li ciwanan kir ku li kêleka hêzên xwe bisekinin û xaka xwe ji gef û êrişên dagirkeriya Tiri biparêzin û xwe li gor vê qonaxê bi rêxistin bikin.

Çalakî bi avêtina siloganên “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bê serok jiyan nabe”, bi dawî bû.

(mh)

ANHA