​​​​​​​Balafira li Hewlêrê ket ya Koalîsyona Navneteweyî bû

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê der barê ketina balafira bê mirov a li Hewlêrê de ragihand ku balafira ketî ya wan e û der barê sedemên ketina wê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

​​​​​​​Balafira li Hewlêrê ket ya Koalîsyona Navneteweyî bû
15 hezîran, 2022   19:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Hewlêrê balafirek bê mirov ket xwarê. Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê der barê ketina balefire de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin, îro di saet 13:08’an de balafirek bê mirov ya bê çek a girêdayî koalîsyonê li bakurê Hewlêrê ket xwarê. Di encama ketina balafirê de tu kes birîndar nebûye.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin, dema daketinê de balafira bê mirov bi burcekeke înternetê ketiye û ji ber wê ketiye xwarê.

Her wiha hat diyarkirin niha hêzên Koalîsyonê Navneteweyî li gel berpirsên herêma Başûrê Kurdistanê li ser ziyan û sedemê ketina belafirê dest bi lêkolînan kirine.