​​​​​​​Gerîla li Girê Cûdî li dagirkeran da: Herî kêm 17 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayan li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya Metîna li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi pêş ve biçin kemîn danî û dagirker gulebaran kirin; herî kêm 17 dagirker hatin cezakirin.

​​​​​​​Gerîla li Girê Cûdî li dagirkeran da: Herî kêm 17 dagirker hatin cezakirin
15 hezîran, 2022   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî  ANF'ê ku agahiyên ji çavkaniyên gerîla hatin girtin, dagirkerên ku xwestin li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Metîna bi pêş ve biçin, şeva 15’ê Hezîranê rastî bersiva tund a gerîlayan hatin. Gerîlyan kemîn danî û dagiker gulebaran kirin. Hate hînbûn ku herî kêm 17 dagirker hatine cezakirin.

Hate diyarkirin ku di navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG/YJA-Starê de şerên dijwar didomin û helîkopterên artêşa Tirk hewl didin li gelek deverên Girê Cûdî leşkeran dane xwarê.

Li herêmê pevçûnên dijwar didomin.