‘Rêber Apo aştiyê bi pêş dixe, dewleta Tirk şer gur dike’

Rewşenbîrên herêma Cizîrê diyar kir ku çawa ku di komploya navdewletî de rêber Abdullah Ocalan ji aliye hêzên serdest ve hate dîlgirtin, niha jî bi heman awayî li ser Rojavayê Kurdistanê û axa Sûriyê ev hêz şerê wekaletê didin meşandin.

‘Rêber Apo aştiyê bi pêş dixe, dewleta Tirk şer gur dike’
16 hezîran, 2022   01:50
QAMIŞLO – DELÎLA GABAR

Tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe. Herî dawî di 13'ê Nîsanê de careke din heta 6 mehan qedexe kirin ku rêber Abdullah Ocalan parêzeran bibîne. Êrişên li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê jî bi tecrîdê ve dewam dikin.

Têkildarî mijarê endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê ji ANHA’yê re axivîn û got “Gelê Rojava mîna ku li ser kendalekî ye; ger em li ber xwe nedin em ê bikevin xwarê.”

`HEMAN HÊZÊN KOMPLOGER PLANAN LI SER ROJAVA ÇÊDIKIN`

Hesîna Ehmed diyar kir ku çi dema dewleta Tirk tengav dibe tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir dike û got: “Kurdên doza xwe dikin ji aliyê Erdogan ve tên hedefgirtin. Her kes divê li dijî tecrîdê rabe, ji ber ku tecrîd û êriş bi hev ve girêdayî ne. Bi tecrîdê re êrişên li ser gelê Kurd zêde dibin. Niha jî Rojavayê Kurdistanê di pêvajoya man û nemanê de ye. Ji destpêka şoreşa Rojava ve dewleta Tirk dijminatiya wê dike. Çawa di Komploya Navdewletî de rêber Apo ji aliye hêzên serdest ve hate dîlgirtin, niha jî bi heman awayî li ser Rojavayê Kuridistanê û axa Sûriyê ev hêz şerê wekaletê didin meşandin. Vê jî ji bo ewlekariya herêmê têk bibin û tunekirina gelê Kurd dikin.”

Hesîna Ehmed bal kişand ser cezayê disîplînê yê li ser rêber Abdullah Ocalan û destpêkirina êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û got: “Planek heye ku dixwazin Kurd bi xwe şerê hev bikin, bi taybet li Başûrê Kurdistanê. Her wiha şerê xwe li ser gelê Rojavayê Kurdistanê jî bi rêya çeteyên xwe dide meşandin. Li herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de rojane sûcên mirovahiyê pêk tên. Li hemberî vê jî cîhan bê deng e. Ma ev sûcên dewleta Tirk ne karên terorî ne?”

‘EM LI BER XWE BIDIN EM Ê BI SER BIKEVIN`

Hesîna Ehmed xetereya li ser Rojavayê Kurdistanê nirxand û got: “Her kes sîstema ku li Rojavayê Kurdistanê hatiya danîn, dibîne. Ne tenê gelê Kurd, hemû pêkhateyên din jî xwe bi vî fikrî ronî dikin û bi vî fikrî re ji sîstema desthiladar a Rojhilata Navîn xilas dibin. Em wek gelê Rojavayê Kuridistanê di pêvajoyeke pir giran re derbas dibin, mîna em li ser kendalekî bin; ger em li ber xwe nedin em ê bikevin xwarê, ger em li ber xwe bidin, em ê bi ser bikevin û bimînin. Ji bo ku em nekevin, divê em bibin yek.”

Hesîna Ehmed diyar kir ku êdî gelê Kurd bê deng namîne û wiha dewam kir: “Bêdengî ji gelê me re nabe. Dijminê me jî li pê wê digere ku me parçe bike. Em kirin çar parçe û niha jî li ser wê kar dike ku di nava van çar parçeyan de jî me bike parçe. Dema em li dijî hev rabin, dijmin jî ji xwe re firsend dibîne û me ji bo xwe bi kar tîne.”

Ebûd Mexso jî destnîşan kir ku armanca girankirina tecrîdê teslîmgirtina rêber Abdullah Ocalan e û got: “Di van salên dawîn de dewleta Tirk tecrîda li ser rêber Ocalan girantir dike. Her kes dizane ku armanca Serokatî biratiya gelan û îradeya gelan e. Ji bo ku ev yek di Rojhilata Navîn de pêk neyê dewleta Tirk dixwaze bi tecrîda girankirî rêber Apo teslîm bigire û projeya Mîsaqî Mîllî pêk bîne. Lê divê piştî berxwedana bi salan êdî dewleta Tirk teslîmbûna me ji fikra xwe biavêje.”

`HER GOTINEKE LI ÎMRALIYÊ BIBANDOR E`

“Fikir û nêrînên rêber Apo aştiyê bi pêş dixin lê dewleta Tirk dixwaze şer gur bike.” Bi van gotinan Ebûd Mexso bal kişand ser nêrînên rêber Abdullah Ocalan û got: “Divê saziyên navneteweyî û saziyên ku li mafê girtiyan xwedî derdikevin, li rêber Apo xwedî derkevin û rê nedin vê tecrîdê. Tenê gotinek ji Îmraliyê derkeve, bandoreke xwe ya gelekî mezin heye, lê dewlet rê li ber wê digre.

Niha di hundirê dewleta Tirk de gelek alozî hene û li Başûrê Kurdistanê jî şikestiye. Niha jî dixwaze van aloziyên xwe derxe derveyî Tirkiyê. Şerê Erdogan li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê qet bi dawî nebûye, lê hin caran ji ber pirsgirêkên navxweyî van êrişan berfireh dike. Niha dîsa zextên xwe zêde kirine. Li hemberî van kiryarên Erdogan û tecrîda li ser rêberê gelê Kurd divê siyasetmedar, çalakvan û tevahiya gelê Kurd bê deng nemînin.”

ANHA