​​​​​​​Tevgera Emtidad: Divê hikûmeta Iraqê li dijî êrişên Tirkiyeyê gilî bike

Tevgera Emtidad a Iraqê der barê êrişa dewleta Tirk a li ser a Şengalê nerazîbûn nîşan da  û got divê hikûmeta Iraqê daxwaznameyek nerazîbûnê li ser binpêkirinên Tirkiyeyê radestî Neteweyên Yekbûyî û Encûmana Asayîşa Navneteweyî bike.

​​​​​​​Tevgera Emtidad: Divê hikûmeta Iraqê li dijî êrişên Tirkiyeyê gilî bike
15 hezîran, 2022   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Emtidad a Iraqê li dijî êrişa îro ya dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Sinunê ya Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Tevgera Emtidad de hat gotin: “Carek din serweriya asîman û bejahî ya Iraqê li ber çavên hikûmeta Iraqê hat binpêkirin, bêy ku ti helwest û hewildanek dîplomasî û navneteweyî li dijî vê binpêkirinê nîşan bide.”

Di daxuyaniya Tevgera Emtidad de êriş hate şermezarkirin û hat xwestin hikûmeta Iraqê berpirsyartiya xwe ya ji bo parastina serweriya ewlehiya welat bi cih bîne. Her wiha ji bo bidawîkirina van binpêkirinan dest bi pêngavên dîplomasî û siyasî bike.

Tevgera Emtidad daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike ku bi fermî daxwaznameyek nerazîbûnê li ser êrişên dewleta Tirk bigihîne Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Asayîşa Navneteweyî.