Rewşa jinan di nava aloziya Sûriyê de hat nîqaşkirin

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê  ya Helebê bi dirûşmeya "Li ber xwe bide, birêxistin bike û azadiyê bidest bixe" panelek der barê rewşa jinan li gel aloziya Sûriyê û binpêkirinên li hemberî wan de, li dar xist

Rewşa jinan di nava aloziya Sûriyê de hat nîqaşkirin
15 hezîran, 2022   17:31
HELEB

Panel li hola civînan a MSD`ê ya li aliyê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê bi beşdarbûna nûnerên rêxistinên jinan, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û kesayetên serbixwe hate lidarxsitin.

Panel bi nîqaşkirina beşa sereke ji ailyê ji rêveberên Meclisa Jinan Hena Kerdûş ve dest pê kir.

Hena Kerdûş di axaftina xwe de behsa girîngiya rêxistinkirina jinên ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girîngiya yekitiya hêz û refên wê ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe kir. Her wiha rola jinan di pêngavên rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê diyar kir.

'ÇALAKVAN HERÎ ZÊDE RASTÎ TUNDIYÊ TÊN'

Hena Kerdûş diyar kir ku ji ber serkeftinên ku jinan di hemû qadan de bi dest xistin, jin dibin hedfên pergalên serdest, di serî de rejîma dewleta Tirk a dagirker. Her wiha îşaret bi sûcên ku li herêmên dagirkirî li dijî jinan tên pêkanîn, kir.

Hena Kerdûş destnîşan kir ku jinên çalakvan û şervan rasterast dibin hedefê.

DIYARDEYA ZEWICANDINA ZAROKAN

Beşdaran jî nêrînên xwe der barê pirsigrêkên ku li pêşberî jinan derdikevin de, anîn ziman.

Pîrika bi navê Nuha El-Rayî bal kişand ser xeteriya zewicandina zarokan, sedem û bandorên wê.

Nuha El-Rayî ev tişt anî ziman: "Diyarde ji ber zihniyeta kevneperest di dema serdestiya DAIŞ`ê de her wiha kûrbûna zihniyeta desthilatdar û urfûadatên paşketî de zêde bû. Ji ber vê yekê jî keçên biçûk bi rêbazên derşeryî û dermirovî hatin zewicandin. Ji ber vê yekê jî hin keçan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber nikaribûn vê berpirsiyariyê pêk bînin.''

Piştre endama Meclisa Jinan a Sûriyê Riham Mihemed behsa sûcên qetilkirinê kir ku li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de û herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin bêyî ku hesab ji kujer were xwestin, kir.

Riham Mihemed gelek mînakên li ser qetilkirina jinan bi navê "Şerefê" nîşan da, her wiha bêparkirina wan ji mafê mîratê destnîşan kir û got, divê qanûnên nû ji bo parastina jinan werin nivisandin û pêkanîn.

'NA JI KUŞTINA JINAN RE NA JI TUNDIYÊ RE'

Beşdaran behsa mijarên cûda ji wan hilweşîna exlaqî kir û got sedema wê jî aborî ye lê armanca  wê ku şerê taybet li dijî civakê pêk bîne.

Di dawiyê de beşdaran îşaret bi girîngiya bilindkirina zanebûna jinan kir û hate gotin: " Jin jiyan e, dema jin tê kuştin jiyan jî tê kuştin, na ji tundiya li ser jinan re. Bi hev re ji bo avakirina civakeke exlaq û polîtîk ve em tê bikoşin."

(bx)

ANHA