​​​​​​​Meclisa Gel a Sinunê: Wê Êzidî xwe radestî wan nekin

Meclisa Gel a Sinunê û TAJÊ têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku îro li ser Sinunê çêbûn, daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hedefa wan qirkirina civaka Êzidî ye, lê ev gel xwe teslîmî wan nake. Bila vêna baş bizanibin. Em ê ji kesên ku ji Erdogan re dibin hevkar û piştevan hesab bipirsin.”

​​​​​​​Meclisa Gel a Sinunê: Wê Êzidî xwe radestî wan nekin
15 hezîran, 2022   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk avahiya Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê bombebaran kir. Di encama êrişê de birîndar û şehîd hene.

Li ser êrişê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda İlyas û endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê ve daxuyaniyek hate dayîn.

Hevserokê Meclisa Gel ya Sinûnê Xwedêda İlyas bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji 2014’an ve her berdewam kiriye û wiha got; “Çawa 2014’an bi çeteyên DAIŞ xwest çiyayên Şengalê dagir bike, îro jî Iraq dixwaze dagir bike. Şengalê hedef digre. Sedem çiye? Avabûna hêza me ye. Em bang li qada navneteweyî dikin ji bo ku zilma dewleta Tirk a li ser Şengalê bi dawî bibe, zextan bikin. Heta kengê em ê di fermanan re bêne derbas kirin. Me saziyên ku mafê mirovahiyê bilêv dikin jî nedît ku mafê mirovan diparêzin. Heger wê kirîbana yê qada hewayî ji dewleta Tirk re qedexe kirîban. Em terka karê xwe nakin, em ê her bidin meşandin. Em vegerin axa xwe. Ji qirkirinê re, ji fermanan re, siyaseta gemar re,  îxanetê re, zilmê re êdî bese. Hedefa wan qirkirina civaka Êzidî ye, lê ev xelk xwe teslîmî wan nake. Bila vêna baş bizanibin. Em ê ji kesên ku ji Erdogan re dibin hevkar û piştevan hesab bipirsin. Bimre ixanet.”