Rêveberiya Tebqa û eşîrên wî ji bo piştgiriyê serdana Minbicê kir

Şandeyek ji rûspî, şêxên eşîran û saziyên Rêveberiya Sivîl a Tebqa serdana Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê kir. Şandeyê li dijî gefên dawî yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe bi şêniyên Minbicê re anî ziman.

Rêveberiya Tebqa û eşîrên wî ji bo piştgiriyê serdana Minbicê kir
15 hezîran, 2022   15:19
MINBIC

Şande ji hevserokatiya meclisên rêveber û qanûnsaz ên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, Meclisa Jin, Saziy Olî, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê û rêxistinên civaka sivîl pêk dihat.

Şande li avahiya Rêveberiya Sivîl a Minbicê ji aliyê nûnerên meclisên qanûnsaz û rêveber ên Minbicê ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de şêx eşîra El-Welda Hamid El-Ferec têkildarî armanca serdanê wiha axivî: "Em hatin da ku bi we re li dijî projeya Erdogan ku dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya neteweya demokratîk têk bibe, bisekinin. Her çiqas em berdêlan bidin jî em ê parastina vê projeyê bikin û em bi şêniyên xwe li Minbicê re ne."

Hamid El-Ferec wiha domand: "Ev kombûna ku hemû pêkhateyên herêmê têde amade ne nîşaneya yekitî û sekna me li hember gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yê. Heger çi êriş li ser Minbicê were kirin em ê di yek çeperê de bin. Dema Minbicê hate rizgarkirin û piştî wê herêmên din jî hatin rizgakririna xwîna me hemûyan tevlî hev bû."

Paşê Serokê Nivîsgeha Weqfeya Al El-Beyet Ednan El-Ilêwî bi navê şandeyê daxuyaniyek xwend. Daxuyanî bi beşdarbûna mêvan, hevserokatiya meclisên qanûnsaz û rêveber ên Minbicê li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Minbic warê şaristanî û nirxên pîroz e, Minbic dayika şehîd û birtiya gelan e.

Her wiha hate destnîşankirin ku şêx, rûspî û şêniyên Tebqayê dê heta serkeftinê destekê bidin şêniyên Minbicê û bi şehîdên wê yên pîroz re wefedar bin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: ''Dewleta Tirk a dagirker dê nikare bihustek ji axa Minbicê dagir bike. Berdêl çi dibe bila bibe, em ê heta dawiyê parastina Minbic û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Dê dîrok careke din efsaneyên parastin û berxwedanê mîna berxwedan Efrîn û Kobanê binivîsîne û careke din dê ji cîhanê re îsbat bikin ku dikarin xwe biparêzin ji ber ew xwediyê axê ne.

Her wiha bang li cîhan û hemû gelên aştîxwaz hate kirin ku li hember çavnebariya dewleta Tirk, alav û çeteyên wê bisekinin. Her wiha bang li civaka navneteweyî jî hate kirin ku hesab ji sûcdarên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê koçber kir, bixwazin.

(bx)

ANHA