Li Reqayê çalakiya xwedîdeketina li berxwedana gerîla

Bi diruşma "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê", Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayan çalakiyek li dar xist.

Li Reqayê çalakiya xwedîdeketina li berxwedana gerîla
15 hezîran, 2022   14:57
REQA

Çalakî bi beşdarbûna bi sedan nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, meclisên jinan, rêxistinên civaka sivîl, birîndarên şer û ciwanan li Hola Tac a Reqayê hate lidarxistin.

Ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Buşra El-Ehmed axivî û got: "Em li vir kom bûne da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîlayên li çiyayên Kurdistanê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin. Armanc ji van êrişan têkbirina projeya neteweye demokratîk e  ku tevahî gel kirin yek."

Buşra El-Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane yên bi armanca vejandina împratoriya osmanî û guhertina demgorafî li herêmê dewam dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li herêmên rizgarkirî li hemberî çi kesên ku destdirêjî xaka me bike û hewl bide aramî û îstiqrara herêmên me têk bibe, bisekin. Ji bo me berxwedana gerîla sembola azadî û serkeftinê ye."

Alîkarê Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen axivî, bal kişand ser berxwedanên dîrokî yên gelan ên li hemberî zulm û koletiye û têkildarî berxwedana li dijî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk  got: "Divê em piştgiriyê bidin şervanên QSD û gerîla ku zorokên vî gelî ne. Em ê bi hêzên xwe re bersiva êrişan bidin heta ku serkeftinê pêk bînin."

Piştre komên hunerî yên Reqa, Tebqa û Minbicê stran gotin.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA